CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
‘Kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan nayên jibîrkirin’
Ji bo Şervanê YPG'ê Harûn Ozmen ê ku li Kobanê di operasyonên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn, ligel Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi sedan welatî tevlî mewlûdê bûn -
Ji KNK’ê têkildarî darvekirinên li Îranê daxuyanî
Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir rejîma Îranê bi cezayên îdamê sûcên mirovatiyê dike û bi darvekirina Saman Nesîm û hevalên wî ku kirine rojeva xwe, heta niha çarenivîsa wan nexuyaye. -
Demîrtaş: Li hember Pakêta Ewlekariya Hundir wê berxwedana me bidome
Demîrtaş der barê Pakêta Ewekariya Hundir de jî got, "Têkildarî pakêta ewlekariyê bê em çiqasî mafdar in, bi helwesta şidetê ya parlamenterên AKP’ê hat dîtin. Ji bo ev qanûn derkeve çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê berxwedana xwe bidomînin.” -
Demîrtaş: Hilbijartinên giştî firsendeke
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş tevlî 2'yemîn Konferansa Derya Spî ya Partiya Çep a Ewropa ya li Otelek Hîl a Taksîmê bû got ku hilbijartinên 2015'an ji bo AKP'ê paşde bibin derfetekî gelek mezin e -
4. Festîvala Fîlmên Kurd a Kopenhagenê destpê kir
4. Festîvala Fîlmên Kurd a Kopenhagenê, duh bi bernameya vekirinê destpê kir. -
Polîsan li Edeneyê êrîş bi ser xwendekarên Ozgecan bibîr dianîn
Li Edeneyê xwendekarên lîseyê yên xwestin qetilkirina Ozgecan Aslan şermezar bikin û Aslan bibîr bînin rastî êrîşa polîsan hatin. -
Ji karsazê Başûrê Kurdistanî ji bo Kobanê û Şengalê alîkarî
Karsazê ji Başûrê Kurdistanê Hatam Rafîk ê li bajarê Arnheîm ê Hollanda dijî, ji bo Kobaniyan û Şengaliyan 2 hezar pêlav alîkarî da. Alîkariya nêzî 30 hezar Euro radestî rêveberên Navenda Civakî ya Demokratîk a Arnheîm hat kirin. -
ÎHD: Divê Murşîtpinar bê vekirin
ÎHD a li Pirsûs û Kobanê lêkolîn kir, ji bo Kobanê ji nû ve bê avakirin xwest Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinar bê vekirin. -
Li Amedê li deriyên dikanan lewheyên ‘vekirî-girtî’ hatin daliqandin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, KCD û TZP-Kurdî lewheyên ‘vekirî-girtî’ yên Kurdî belav kirin û ji bo meşa 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê bang li gel kirin. -
Hevşaredarên Amed û navçeyên wê derbasî Kobanê bûn
Hevşaredarên Amed û navçeyên wê, alîkariyên bi xwe re anîbûn, radestî rayedarên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê kirin û derbasî Kobanê bûn. -
Di 88 rojan de ji çiyayên Derya Reş heta bi çiyayên Dêrsimê
Ji pênûsa gerîla Şiyar Dêrsim pirtûka bi navê "Şopên Zarokên Çiyayê Derya Reş" hat weşandin. -
Rojnamevan Nuh Koklu ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê Rojnameger Nuh Koklu yê li Kadikoyê dema goga berfê dilîst ji aliyê esnafekî psîkopat ve hat qetilkirin, li cihê lê hat qetilkirin bi girseyî hat oxirkirin. Cenazeyê Koklu ji aliyê hezaran ve şandin Enqereyê. -
KESK Amed: Heta pêşnûme were kişandin em ê têbikoşin
Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê paketa ewlekariya hundir a hikûmetê anî Meclîsê şermezar kir. -
Li Îranê 6 girtiyên siyasî bi darvekirinê re rû bi rû ne
Hat diyarkirin ku rejîma Îranê 6 girtiyên siyasî li Girtîgeha Urmiyê birine hucreyên yek kesî. Hat ragihandin ku her şeş girtî bi darvekirinê re rû bi rû ne. -
Bi hezaran kes vedigerin Rojava
Kurd û Erebên ji ber şer ji Rojavayê Kurdistan hatibûn bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, piştî ewlekariya li Rojava pêk hat vedigerin warên xwe. -
Malbata mexdûrê bendavê xwe ji bo greva birçîbûnê amade dike
Li navçeya Dêrsim Nazimiye, Malbata Andûç ji ber ava li Bendava Pembelîkê mexdûr bû û li hemberî vê rewşê dikeve greva birçîbûnê. -
Polîsan girt ser Navenda Ciwanan a Arîn Mîrxan
Polîsan bi ser Navenda Ciwanan a Arîn Mîrxan girtin, di serdegirtinê de 7 kes binçav kirin. -
15’ê Sibatê li bajarê Soçî hate şermezarkirin
Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Soçî yê Rûsyayê hate şermezarkirin. -
Li Tambove ya Rûsya Komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
Li bajare Rûsya Tambove ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibate li Mala Kurdan civînek hate lidarxistin. -
42 saziyên li Elmanyayê destek dan HDP'ê
Kurd, Tirk, Çerkez, Laz, Elewî, Suryanî, Êzidî jî di nav de nûnerên 42 saziyên li Elmanyayê bi daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê diyar kirin, ku di hilbijartinan de ew ê destekê bidin HDP'ê. -
Li Fransa panela piştevaniya bi Kobanê re
Di panela piştevaniya bi Kobanê re ya li bajarê Creîl, hat diyarkirin ku ji bo pirsgirêkên li Kobanê bên derbaskirin û ji nû ve avakirinê divê piştevanî zêde bibe. -
Platforma Jiyana Azad a Arimazin Nurhak hat avakirin
Gelek sazî û însiyatîfên Mereş û Meletî, Platforma Jiyana Azad û Demokrasiyê ya Arimazin Nûrhak ava kirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê platformê ve hat dayîn, hat destnîşankirin ku wê li hember pirsgirêkên civakê bi awayekî aktîf têkoşîn bê dayîn. -
Devê bendavê vekirin, wargehan zerar dîtin
Li navçeya Êlih Heskîfê, gava devê Bendava Êlihê hat vekirin, holik û kargehên li qiraxa Çemê Dîcleyê di binê avê de man. -
Şermezarkirinên komployê didomin
Li Bakurê Kurdistanê Komploya 15’ê Sibatê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi girseyî tê şermezarkirin. -
2 zarok hatin binçavkirin
Li Mersînê piştî çalakiya şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê, 2 zarok hatin binçavkirin.