CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Zarokên Efrînê Roja Zimanê Dayikê pîroz kirin
Zarok û mamosteyên Efrînê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li hemû zarok û mamosteyên cîhanê pîroz kirin. -
DMME'yê biryareke din a sosret da: Serlêdana Heskîfê red kir
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), serlêdana ku li dijî binavkirina Heskîfa kevnare hatibû kirin, red kir. -
HDP'ê Roja Zimanê Dayikê pîroz kir
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kirin û gotin, "Desthilatdariya AKP'ê bi polîtîkayên qirkirina çand û ziman tevdigere." -
TJA'yê ji bo şikandina tecrîdkirina ziman bang kir
"Ji bo tecrîda li ser ziman bişkê; divê her der bibe berxwedana ji bo zimanê dayikê. Bi Kurdî biaxifin, bi Kurdî bixwînin û bi Kurdî bijîn." -
Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê, Roja Zimanê Dayikê pîroz kir
Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê: Em qirkirina çand, ziman û qewmî careke din mehkûm dikin û dibêjin, têkoşîna me ya li dijî van kiryaran wê bi mirovahiya pêşverû re heta serketinê bidome. -
KNK: 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê pîroz be!
Komîsyona Çand, Huner, Perwerde û Ziman a KNKê 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê pîroz kir. KNK’ê diyar kir ku , ji bo rê li ber xwebişaftinê were girtin, divê her Kurd bi Kurdî biaxive, bi Kurdî binivîse, bi Kurdî bihizire. -
DBP’ê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir
DBP bi daxuyaniyeke nivîskî, 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir. DBP’ê diyar kir ku li hemberî polîtîkayên dewletê yên asîmîlasyonê, têkoşîn û pêşxistina çand û ziman jî mafekî sereke yê gelê me ye. -
'Ziman çalakiyek e ku rojane tê kirin'
Endamên Komîteya Rêbertî ya KCK'ê Hacer Hîlal û Sozdar Cûdî gotin, "Heke ne ji ked û têkoşîna dayikên me bûya Kurdî heta îro nedima." -
RFÎ: Dewleta Tirk bûye mîna bazara fêkiyan
Bazara fêkî-zebzeyan a ku hikumeta Tirk vekir, di rojeva medya dinyayê de ye. -
Welatparêzê Kurd Mehmet Demîr jiyana xwe ji dest da
Mehmet Demîr ku di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de kedeke xwe ya mezin heye, jiyana xwe ji dest da. -
Dewleta Tirk qirkirin û talankirina li Efrînê didomîne
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê hemû şop û nirxên civaka Êzidî ji holê radike û tine dike. Dewleta Tirk ziyareta Şêx Hamid a li gundê Qastel Cindo rûxand. -
Li Rûsyayê cejna Xidir Nebî hate pîrozkirin
Li Rûsyayê civaka Êzidî bi şahiyekê cejna Xidir Nebî û Xidir Elyas pîroz kir. -
KCK'ê ji ber wefata Mela Abdulkerîm Şarbajarî peyama sersaxiyê da
KCK'ê ji ber wefata Mela Abdulkerîm Şarbajarî, ji malbatê, alimên Kurdistanê û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest. Di peyamê de hate gotin, "Em bang li gelê me bi taybetî alimên Kurdistanê dikin ku xwedî li vê ked û nêrînê derkevin." -
Nexweşiya sorikê li dinyayê zêde bûye
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da û ragihand, nexweşiyên sorikê yên li gelemperiya dinyayê sala 2018'an bi rêjeya 50 ji sedî zêde bûne. -
Ji ber şer li 10 welatan bi kêmanî 550 hezar bebik mirin
Li gorî rapora rêxistina civaka sivîl Save the Chîlderan di navbeyna 2013-2017'an de li 10 welatên ku şer lê pir giran e bi kêmanî 550 hezar bebik mirin. Di heman demê de 175 hezar şervan mirin. -
SMJÊ: 16'ê Sibatê bi ruhekî seferber em li Strasboûrgê bin
SMJE'yê Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û banga tevlêbûna çalakiya li Strasboûrgê ya 16'ê Sibatê kir. -
Êzîdiyên Efrînê cejna Pêxûnê pîroz kirin
Êzidiyên Efrînê ku ji ber hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ji cih û warê xwe derkevin, li kampa Serdemê ya herêma Şehbayê cejna Pêxûnê pîroz kirin. -
Malbata Bûldan spasiya gelê Mexmûr û dostan kir
Berdevka Çapemeniyê ya Tevgera Ciwanên Mexmûrê Avyan Bûldan 8’ê Sibatê li Hewlêrê di encama dil êşê de rehmet kiribû. Malbata Bûldan peyama spasiyê ji bo gelê Mexmûrê û her kesê êşa wan parve kir, weşand. -
Meşa dirêj a li Berlînê li gel baranê dewam dike
Meşa dirêj a li paytexta Elmanya Berlînê, ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û tecrîdkirina Ocalan tê lidarxistin, dewam dike. -
Ciwanên Ewropî ji bo avhewayê li qadan e
Çalakiyên ciwanên Ewropî yên ji bo parastina avhewayê zêde dibin. Piştî Belçîka û Swîsreyê, li Hollandayê jî bi hezaran ciwan ji bo avhewayê meşiyan. -
Esnafên Cizîrê: Bêyî aştî û aramiyê krîz naqede
Esnafên ku ji ber krîza aboriyê pişta wan şikestiye, nerazîbûn nîşanî desthilatdariyê dan û gotin, ji bo krîz biqede divê aştî û aramî pêk were. -
Keştiya 'Alan Kurdî' wê li Derya Spî penaberan rizgar bike
Rêxistina alîkariyê Sea-Eye ku navenda wê li Elmanyayê ye, navê keştiya xwe ya ku li Derya Spî penaberan rizgar dike, diguherîne û dike 'Alan Kurdî'. -
Meclîsên Gundên Êzîdiyên Bakurê Kurdistanê: Êrîşa li dijî gorê bêhurmetî ye
Kordînasyona Meclîsên Gundên Êzîdiyên Bakurê Kurdistanê li Ewropa têkildarî êrîşa li dijî gora Sara Gir a li gundê Çînerya ya navçeya Bêşirî ya Êlihê daxuyanî da û êrîş bi tundî şermezar kir. -
‘Divê Kurdî bibe zimanê fermî, Saziya Zimanê Kurdî were avakirin’
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî diyar kir ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Cizîrî diyar kir ku armanca wan ev e ku ew Saziya Zimanê Kurdî ava bikin û got ku “Divê Kurdî bibe rojeva civakê.” -
Çiyayên Hîmala her diçe dihele
Li gorî lêkolîneke hatiye kirin, eger di gaza serayê de guhertinek pêk neyê Çiyayên Hîmalaya û çiyayên qeşayî yên Hîdûkûşû ji sê paran duyê wê wê heta 1200 salê wê bihele. Eger ev pêk were, wê çemên mezin ên Asyayê bi yekcarî bê guhertin.