Çalakiya nobetê ya li ber OPCW’ê dewam dike

Çalakiya nobetê ya Kurdistaniyên li pêş avahiya OPCW’ê daye destpêkirin, dewam dike.

Çalakiya nobetê ya Kurdistaniyên ku li Beneluksê ya 3‘yê Gulanê li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) dane destpêkirin, dewam dike.

Çalakiya ku her roja Sêşem û Pêncşemê ji bo ku OPCW li dijî dewleta Tirk a ku li Qadên Parastinê yên Medyayê gazên kîmyewî bi kar tîne û sûcê şer dike, bi erka xwe rabe tê lidarxistin, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, NAV-BEL û Federasyona DEM-NED’ê ve tê rêvebirin.

Di çalakiya ku îro hat kirin de çalakgeran pankart vekir, dowîz hilgirt û cil û bergên xwe parastina ji madeyên kîmyewî li xwe kirin û bang li OPCW’ê kirin da ku têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk lêkolînê bike.

Çalakgeran destnîşan kir ku ew ê heta ku OPCW dengê wan bibihîse, li çalakiya xwe dewam bikin. 

Her wiha bang li gel hat kirin ku bi rengekê xurt xwedî li çalakiya nobetê ya wê roja Pêncşemê saet di 14.00’an de dest pê dike, derkevin.