Çalakvanên Cenevreyê: Em ê bi ruhê vejînê Rêber Apo azad bikin
Çalakiya rûniştinê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li pêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) berdewam dike, di hefteya 253’an de dewam dike.
Çalakiya rûniştinê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li pêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) berdewam dike, di hefteya 253’an de dewam dike.
Nobeta Azadiyê ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve her Çarşem li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, di hefteya 253’an de dewam dike.
Kurdistaniyan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bang li saziyên navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Çalakiya vê hefteyê di şexsê şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, Endama Konseya Leşkerî ya HPG û YJA Starê Rojîn Gevda (Sureyya Aslan), Nûjiyan Amed (Esra Tan), fermandarê HPG’ê Armanç Kerboran (Huseyîn Akdogan) û Rêber Amanos (Mehmet Temîzer) de, bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Osman Tekîn, got ku li Îmraliyê tu pêşketin pêk nehatiye, sozên hatine dayîn ne hatine bicihkirin û tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike.
Tekîn, hevdîtina Komîsyona li Meclîsê ya bi Rêber Apo re bi bîr anî û wiha got, “Di Cotmeha borî de, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û mafê hêviyê wekî rojeva bingehîn hatibû pêşkêşkirin. Lê em îro dibînin ku yek ji van sozan jî nehatiye bicihanîn. Desthilatdariya AKP’ê di çarçoveya ranta siyasî de nêzî pêvajoya aştiyê dibe. Li şûna ku Tirkiye ji bo aştî û azadiya gelan pêşî aştiya xwe ya navxweyî pêk bîne, bi hincetkirina statuya Rojava, hewl dide pêşiya aştiyê bigire. Em vê yekê qebûl nakin. Tu mafê dewleta Tirk ku aştiya xwe ya navxweyî pêk naye, tune ye ku destwerdanê li cih û gelekî din bike.”
‘DIVÊ PÊNGAVA JI RÊBER APO RE AZADÎ WERE MEZINKIRIN’
Tekîn bal kişand ser “Pêngava Ji Rêber Apo re Azadî” ku di Cotmeha 2023’an de ji aliyê dostên Rêber Apo ve hate destpêkirin û destnîşan kir ku divê her kes ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê têkoşînekî xurtir bimeşîne.”
Tekîn got, “Em ji vê derê careke din soz didin Rêber Apo” û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Heta îro me çawa têkoşînê bilind kir û dewleta Tirk neçarî gavavêtinê kir, em ê ji niha şûnde jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe û naskirina mafên destûra bingehîn û demokratîk ên gelê Kurd têkoşînê mezin bikin.”
‘EM KOMKUJIYÊN LI DIJÎ ELEWIYAN QEBÛL NAKIN’
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Osman Tekîn, bal kişand ser komkujiyên li ser Elewiyên li Sûriyeyê û wiha got, “Li Sûriyeyê careke din hewldana qirkirina Elewiyan heye. Em hêzên ku van êrîşan pêk tînin û hemû alîgirên wan nelet dikin. Divê demildest dawî li van polîtîkayên qirkirinê bê anîn.”
Piştî daxuyaniyê, çalakiya Kurdistaniyan heta saet 17:00’an dewam kir.