Çep a Fransayê dawiya dawî bû yek!

Çep a Fransayê ku ders ji hilbijartinên Serokkomariyê wergirt, beriya hilbijartinên giştî yên meha hezîranê di çarçoveya peymanan de hêza xwe kirin yek.

Lîderê Çep a Radîkal La France Insoumise (LFI) Jean-Luc Melenchon ku di tûra destpêkê ya hilbijartinên Serokkomariya Fransayê de nêzî ji sedî 22 ê dengan wergirt, ji bo hilbijartinên giştî bi partiyeke din re jî li hev kir.

Peymana destpêkê di 1'ê Gulanê Cejna Karkeran de di navbera France Insoumise (Fransa ya serî natewîne) û partiya hawirdorparêz EELV de hate kirin.

3'ê Gulanê roja Sêşemê jî Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) tevlî tifaqa "Yekîtiya Gel a Civakî û Ekolojîk a Nû" bû. Piştî rojekê jî Partiya Sosyalîst cihê xwe di nava yekîtiyê de girt.

Peymana ku bi Partiya Sosyalîst (PS) re hate mohrkirin mîna peymana bi ekolojîst û komunîstan re ye. Lê belê naveroka xwe bi temamî weke hev nîne.

Hilbijartinên giştî yên Fransayê wê di 12 û 19'ê Hezîranê de bi du tûran bêne kirin. Partiyên ku li dora Melenchon gihîştin hev, qebûl kirin ku Melenchon bibe serokwezîr.

Li gorî gelek analîst û medyayê, çep a Fransayê ders ji hilbijartinên Serokkomariyê wergirtiye. Ev yekîtî di heman demê de ji bo hilbijartina Melenchon dibe ku şensê dawî be.

Di hilbijartinên giştî de vê carê li hemberî bloka neolîberal a Macron û bloka rastgir a tund, wê bloka çep jî hebe. Tê payin ku Çep bi vê tifaqa xurt re di hilbijartinê de li piraniya herêmên hilbijartinê bi ser bikeve.