Êrîşên dagirkeriyê li Êrîvanê hat protesto kirin
Li paytexta Ermenîstan Êrîvanê êrîşên dewleta Tirk, bi daxuyeniyek a çapemeniyê hat protestokirin.
Li paytexta Ermenîstan Êrîvanê êrîşên dewleta Tirk, bi daxuyeniyek a çapemeniyê hat protestokirin.
Rêveberên Meclisa Gel li Mala Gel a paytexta Ermenîstan Êrîvanê hatin ba hev û daxuyaniyek a çapemeniyê dan.
Li ser navê Meclisê Parlamenter Kînyaz Hasanov, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û nûnera Tevgera Jinên Azad Jenya Qadir daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û xiyaneta PDK’ê hat protestokirin. Her wiha bang li Kurdan hat kirin ku li dijî êrîşan bêdeng nemînin û banga vegerîna ji xeta xiyanetê li PDK’ê hat kirin.
Di daxuyaniyê de bikaranîna çekên kîmyawî ya li hemberî gerîla hat protestokirin û hat destnîşan kirin ku divê hêzên navneteweyî nebin hevkarê vî sûcî û bertek nîşanî dewleta Tirk bidin.
Di daxuyaniyê de di şexsê yek ji rêberên PKK’ê Hakî Karer de şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn. Di daxuyanî “Em deyndarê şehîdane” hatî gotin de, peyama wê her dem di rêya şehîdan de bimeşin hat dayîn.