Êrîşên dagirkeriyê li Ewropayê hatin protestokirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji aliyê Kurdistaniyên li bajarên Ewropayê dimînin ve hatin protestokirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji aliyê Kurdistaniyên li bajarên Ewropayê dimînin ve hatin protestokirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marsîlya yê Fransayê hatin protestokirin. Di çalakiyan de bertek nîşanê bikaranîna çekên kîmyewî hat dayîn.
FREÎBURG
Êrîşên dagirkeriyê li bajarê Freiburg ê Elmanyayê hatin protestokirin.
Di çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan Nûdayê, li navenda Freiburgê hat kirin de wiha hat gotin: ‘’Em jinên Kurd, bi cangoriyên azadiyê yên têkoşîna pûçkirina konsepta êrîşa dagirkeriyê ya faşizan didin re ne. Ji bo ji wan re bibin deng em ê li qadan bin.’’
BERN
Li bajarê Bern ê Swîsreyê jî êrîşên li ser gelê Kurd hatin protestokirin.
Kurdistaniyên li bajarê Bern ê Swîsreyê dimînin, ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û PDK’ê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê li Qada Helvetiaplatzê hatin ba hev û pankartên "Na ji dagirkeriyê re’’, "Komkujiya Êzidiyan bidin sekinandin’’, vekirin û alên KCK, YBŞ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.
Siyasetmedarê Kurd Bûrhan Karakoç bi lêv kir ku her dewlet hewil dide ku Kurdên hevkar ên nêzî xwe çêbike û PKK ya ku li ber yekê radibe hewil dide ku Kurdên azad û Kurdistana azad ava bike. Karakoç bal kişand bi ser hişmendiya PDK’ê û bertek nîşanê gotinên Endamê polîtburoya PDK’ê Hoşyar Zebarî yên çendê ji ber gendeliyê namzetiya wî ya serokomariyê hat betalkirin da. Karakoç bi bîr xist ku Zêbarî û eşîra xwe bi salan ji Sedam re xebitîne û bi Başûrê Kurdistanê re xayin geriyane û wiha got: "Zêbariyê berê xiyanet li Başûrê Kurdistanê dikir niha xiyanetê bi tevahiya Kurdistanê re dike. Ji bo derxistina gelê Kurd ji axa Kurdistanê, bang li dagirkeran dike. Em vê hişmendiya qirêj şermezar dikin.’’
Kurdistaniyan piştî axaftina Karakoç dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla’’ û "Bimire xiyanet’’ berz kirin.
Çalakiya ku anarşîstên Swîsreyî jî piştgirî da bi daxuyaniya bi zimanê Elmanî hat xwendin bi dawî bû.
MARSÎLYA
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marsîlya yê Fransayê hatin protestokirin.
Çalakîya ku tê de bertek nîşanê bikaranîna çekên kîmyewî hat dayîn, li Qada Canebiereê hat lidarxistin.
Gel û ciwanên li dijî dagirkerî û xiyanetê pankart vekirin, banga meşa bi girseyî ya vê hefteya were lidarxistin kirin.