Êzidiyên li Bîelefeldê êrîşên li hemberî Şengalê şermezar kirin

Li bajarê Bîelefeldê li hemberî êrîşên hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî yên li ser Şengalê meş hate lidarxistin.

Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê li heberî êrîşên hêzên çekdar ên hikûmetima Kazimî yên li ser Şengalê meş hate lidarxistin. Meş bi pêşengiya Meclîsa Gel a Bîelefeld û saziyên Êzidiyan yên li Ewropayê hate lidarxistin. Di meşê alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, YBŞ, TAJÊ û wêneyên şehîdan hatin hildan. Di meşê de timî dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê“ û “Bijî YBŞ“ hate berzkirin.  

Meş di saet 14.00’an de bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştî meşê ji Partiya Çepan a Elmanya Dr. Onur Ocak axaftinek kir û bal kişand li ser berxwedana Şengalê.

Piştî axaftinan bi yek dengê êrîşên hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî hate şermezarkirin.

Meş bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.