Şehîdên meha Gulanê li Darmstadtê hatin bîranîn
Şehîdên meha Gulanê li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê hatin bîranîn.
Şehîdên meha Gulanê li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê hatin bîranîn.
Kurdistaniyên li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.
Civîna bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) hate lidarxistin.
Bi navê PJAK'ê Mûstafa Sûltanî, Fersît Azîzxan û ji KOMAW'ê jî Cahîda Goyî li civînê axivîn.
Cahîda Goyî diyar kir ku metirsiyeke mezin li ser destketiyên gelê Kurd hene û got, "Weke tevger divê em ti carî ji bîr nekin ku bi çi zor û zehmetiyan gihîştine vê astê. Em deyndarê şehîdên xwe ne."
Civîna bîranînê bi sînevîzyona têkildarî şehîdên meha Gulanê bi dawî bû.