Şehîdên meha Gulanê li Marsîlya û Toûloûse'ê hatin bibîranîn
Li bajarê Marsîlya û Toûloûse'ê yên Fransayê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê meresîm hatin lidarxitin.
Li bajarê Marsîlya û Toûloûse'ê yên Fransayê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê meresîm hatin lidarxitin.
Li Marsîlyayê ji bo şehîdên meha Gulanê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk civîneke bîranînê hat lidarxistin.
Di civîna bibîranînê ya saet 1'ê piştî nîvro destpê kir de, sînevîzyoneke li ser jiyana şehîdan hat nîşandan.
Di axavtinên bi pişt re hatin kirin de, di şexsê şehîdên meha Gulanê de şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn û soza dilsoziyê bi şehîdan re hat dayîn.
Di civînê de, Aysel Dogan a demek beriya niha li Ewropayê jiyana xwe ji dest da û şehîdên ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Silêmanî û Mexmûrê jî hatin bîranîn.
Meresimeke bîranînê mîna ya li Marsîlyayê, li bajarê Toûloûseê jî hat lidarxistin. Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Hakî Karer, Mehmet Karasûngûr, Çar, Halîl Çavgûn û Qasim Engîn û pêşengek ji pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya de şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.