Alîkarê Sekreterê Giştî yê ELDH'ê: Divê CPT bikeve nava liv û tevgerê

Alîkarê Sekreterê Giştî yê ELDH'ê Thomas Schmidt ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê serî li CPT daye, destnîşan kir ku divê CPT xwedî li rapora xwe derkeve, careke din serdanê bike û raporekê amade bike.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Parêzeran a ji bo Mafên Mirovan a Cîhanê û Demokrasiyê ay Ewropayê (ELDH) Thomas Schmidt xwest, astengiya li pêşiya hevdîtina parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya bi Ocalan re divê bêne rakirin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê ELDH'ê Schmidt ji ANF'ê re axivî û destpêkê li ser sedema serlêdana xwe ya ji bo CPT agahî da:

"The European Association of Lawyers for Democracy and World Human Rights (Yekîtiya Parêzeran a ji bo Mafên Mirovan a Cîhanê û Demokrasî ya Ewropayê -ELDH) bi European Democratic Lawyers (Parêzerên Demokratîk ên Ewropayê - AED-EDL) û Lawyers for Lawyers (Parêzer ji bo Parêzeran) daxwaznameyek ji CPT re şand. Me xwest ku di Roja Parêzeran a li Tirkiyeyê de CPT serdana Girtîgeha Îmraliyê bike û qedexeya hevdîtina bi parêzeran re lêkolîn bike."

Schmidt diyar kir ku hurmet ji mafên parêzerên Abdullah Ocalan re nayê nîşandan ku karibin karê xwe bikin û anî ziman, mafê mirovên li Îmraliyê girtî ne ya ji bo hevdîtina bi parêzeran re bi rengekî nehiqûqî tê astengkirin, ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve bersiveke erênî ji serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê re nayê dayin.

Thomas Schmidt destnîşan kir ku li Girtîgeha Îmraliyê ji 15'ê Tebaxa 1999'an û vir ve tecrîdeke cihêkar û taybet tê meşandin û wiha dewam kir, "Qedexekirina serdana parêzeran, Pîvanên Neteweyên Yekbûyî yên li ser Girtiyan û Pîvanên Nelson Mandela, her wiha pêşniyarên CPT û Qanûna Înfazê ya Tirkiyeyê bi rengekî eşkere binpê dike. Berpirsyariya dewletan e ku bêyî li nasname yan jî cezayên girtî û hikumxwaran binihêre, mafên wan ewle bike."

Têkildarî baweriya bi CPT jî Thomas Schmidt wiha axivî: "Komîteya Pêşîgirtina li ÊŞkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) organeke şopandinê ya serbixwe ya Konseya Ewropayê ye ku pispor bûye. Ji pisporên serbixwe û bêalî yên parêzer, dadger û kesên di mijarên girtîgeh û polîsan de pispor in pêk tê. CPT herî kêm çar salan carekê bi rêk û pêk serdana 47 dewletên endamên Konseya Ewropayê dike. CPT eger pê biheseke ku rewşeke cidî heye bêyî agahiyê bide dikare serdanê bike."

Schmidt anî ziman ku rayedarên Tirk dema derbasbûyî pêşniyarên CPT bi cih neanîn û wiha dewam kir, "Meqamên Tirk dema ku ev kirin ne tenê mafên Abdullah Ocalan û hevalên wî binpê kirin. Di heman demê de hukmên Peymana Ewropayê ya li ser Pêşîgirtina li Kiryarên Nemirovî û Êşkenceyê jî bi cih neanîn û hurmet ji CPT û pêşniyarên wê re nîşan neda. CPT ji sala 1999'an û vir ve 10 caran serdana Girtîgeha Îmraliyê kir. Rewşa tecrîda giran a li Girtîgeha Îmraliyê di rapora 5'ê Tebaxa 2020'î ya CPT de jî cih girt ku li ser serdana 6-17'ê Gulana 2019'an hate amadekirin. Dihate hêvîkirin ku li Girtîgeha Îmraliyê li gorî pêşniyarên rapora CPT sererastkirin bê kirin, lê belê cezayên nû yên dîsîplînê û qedexe têne ferzkirin.

Weke saziyên qanûnî yên ku mohra xwe danîne binê vê daxwaznameyê em bang li CPT dikin ku rapora xw eya 5'ê Tebaxa 2020'î bişopîne û tedbîrên pêwîst werbigire. Li dijî qedexeya serdana parêzeran a li Girtîgeha Îmraliyê bikeve nava liv û tevgerê û serdana Girtîgeha Îmraliyê bike, li ser vê serdanê jî raporekê amade bike."