Aysel Dogan li Baselê hat bibîranîn

Ji bo siyasetmedara Kurd Aysel Dogan a di 11’ê Gulanê de ji ber nexweşiya penceşêrê şehîd bû, li Swîsreyê bi meresimekê hate bîranîn.

Li bajarê Basel a Swîsreyê Saziya ji aliyê Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (Komaw) û Tevgera Jin a Swîsreyê (YJK-S) ve li navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo Aysel Dogan meresima bîranînê hat lidarxistin. Di meresimê de Salis Cizîr (Hasan Bozkûr) ku 5’ê Hezîranê 2021’an di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de şehîd bû, Huseyîn Akdag (Selman Bozkûr) û Ferhad Şiblî jî ku 17’ê Hezîranê 2022’an di wesayîta ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û biçek hedef girtibû de şehîd bû, hatin bibîranîn.

Bîranîn di şexsê Aysel Dogan de, ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de destpêkê Hevseroka Navendên Civaka Kurd a Swîsreyê Selma Surer mafê axaftinê girt û bi kurtasî anî ziman ku nasîna “Şoreşgera Jin” Aysel Dogan ji bo wê rûmet e.

Li ser navê KOMAW’ê Mehmed Goksûngûr axivî. Goksûngûr da zanîn ku ew Aysel Dogan di dema ku wekî Koma Aştiyê hat Tirkiyeyê, hat girtin Girtîgeha Gebzeyê nas kir û got: “Aysel Dogan kesayeteke bi berxwedêr bû, her dem di her şert û mercî de li ber xwe dida. Serî li ber dewletê netewand.”

Hevrêyên Aysel Dogan jî ku bûbûn şahidê jiyana wê, di bîranînê de mafê axaftinê girtin û yek bi yek axivîn.

Aktîvîsta YJK-E’ê Zozan Serhat wiha axivî: “Ciwanên ku Aysel Dogan perwerde kirin, îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin. Dîsa kesên ku di şoreşa Rojava de canê xwe danîn holê, ji aliyê wê ve hatin perwerdekirin.“

Serhat bi bîr xist ku piştî Dogan şehîd bû jî dewletê li dijminatiya xwe dewam kir û îşaret bi astengî û êrîşên ku di dema veşartina cenazeyê de pêk hatin kir û got: “Dewlet ji ber helwesta wê ya serhildêr a serê xwe netewand ji cenazeyê wê jî tirsiya.”

Di meresima bîranînê ya ku sînevîzyon jî hat temaşekirin de, herî dawiyê peyama bang li gerîlayên li Zapê li ber xwe didin dike û têkildarî Aysel Dogan jî ya Fermandarê Biryargeha Navenda Parastinê ya Gel Mûrat Karayilan hat temaşekirin.

Bîranîn, bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.