Aysel Dogan li Dortmûndê hat bibîranîn
Ji bo Aysel Dogan a ji ber nexweşiya penceşêrê li Elmanya şehîd bû, Dortmûndê bi meresimekê hate bîranîn.
Ji bo Aysel Dogan a ji ber nexweşiya penceşêrê li Elmanya şehîd bû, Dortmûndê bi meresimekê hate bîranîn.
Ji bo Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan a di 11’ê Gulanê de li bajarê Dortmûnd a Elmanyayê ji ber nexweşiya penceşêrê şehîd bû, li Dortmûndê bi merasîmekê hat bibîranîn. Bîranîna ku li avahiya Civaka Kurd a Demokratîk a Dormûndê hat lidarxistin, ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê li ber sirûda Ey Reqîp a koroya Koma Zarokên MA bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Li ser navê YJK-E’ê Kezban Dogan, li ser navê TJK-E’ê Besîme Konca, li ser navê malbata Aysel Dogan Pinar Mansûroglû, li ser navê Hevserokatiya FEDA’yê Ayfer Kilinç û li ser navê KOMAW’ê jî Şengê Kahraman yek bi ye axivîn.
Di bîranînê de li ser kesayetiya pêşeng û biryardariya Aysel Doganê axaftin hatin kirin û hate gotin: “Di meşa 40 salî ya berdewam a têkoşînê de heta kêliya dawî bi ruhê berxwedana Zapê li ber xwe da. Divê di şexsê wê de şehîdên Kurd ji her demê zêdetir bên parastin.“
Di dawiya bîranînê de li ser jiyan û têkoşîna Aysel Doganê sînevîzyon hate temaşekirin û li gorî baweriya Elewiyan loqme hatin belavkirin.