CDK-S'ê bertek nîşanî provokasyona li Baselê da
CDK-S'ê bal kişand ser provokasyona faşîstên AKP-MHP'ê û got: "Rejîma paşverû ya faşîst a Tirk hewl dide ku li Ewropayê maf û qada jiyanê ya Kurdan ji holê rake."
CDK-S'ê bal kişand ser provokasyona faşîstên AKP-MHP'ê û got: "Rejîma paşverû ya faşîst a Tirk hewl dide ku li Ewropayê maf û qada jiyanê ya Kurdan ji holê rake."
Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) li ser provokasyona nîjadperest a li bajarê Baselê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em Kurdên li Swîsreyê li sirgûnê dijîn, bêalîbûna çapemeniya Swîsreyê û prensîb û exlaqê çapemeniyê her tim pîroz kiriye. Me pêwîst dît ku li ser navê Kurdan têkildarî bûyerên ku diqewimin de daxuyaniyekê bidin. Duh bûyerên li bajarê Baselê rû da, em wê yekê red dikin ku ev mijar, ev weke şerekî asayî tê dîtin. Lê belê ev weke şerekî Kurd-Tirk hat pêşkeşkirin û ji raya giştî re hat ragihandin.“
‘DEWLETA TIRK FAŞÎZMÊ VEDIGUHÊZE SWÎSREYÊ‘
Di daxuyand de hate diyakirin ku dewleta Tirk li hember gerîla gaza kimyewî bikar aniye û li hember vê yekê jî hestyariya civakê pêş ketiye. Bi domdarî ev tişt hatin gotin: “Di vî şerî de Kurd di bin gefa qirkirinê de ne. Her roj bi dehan ciwanên Kurd bê dadgeh tên girtin û îşkence li wan tê kirin. Mafê siyaseta demokratîk a Kurdan tê desteserkirin û qada jiyanê nadin Kurdan. Bi taybetî di salên dawî de, di êrîşên li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û Kurdên sivîl de (ev êrîşên 23’ê Nîsanê dest pê kirin û bi rast hatin qirkirina Ermeniyan ya di 24’ê Nîsanê de ne tesaduf e), weke bikaranîna her cure çekên teknolojîk têrê nake, artêşa Tirk sûcê mirovahiyê dike û gazên kîmyewî bikar tîne.
Hemû destkeftiyên Kurdan ku bi keda xwe afirandine, dixwazin ji holê rakin. Welatê ku bûye çar parçe jî rejîma faşîst a Erdogan a ku xeyalên 'Osmaniya Neo-Osmanî' dike, dixwaze dagir bike.
DIXWAZIN MEXDURYETÊ AVA BIKIN
Ev êrîş û nêzîkatiyên faşîst li welatê herî demokratîk ê Ewropayê Swîsre didomin. Li bajarê Baselê jî di bin navê ‘Roja Tirkbûnê’ de propaxandaya rejîma faşîst tê kirin û êrîşên dagirkerî û îmhayê rewa dikin. Li dijî dagirkerî û bikaranîna çekên kîmyewî hemû Kurd bi hêrsin. Ji ber vê çendê jî hinek ciwanên Kurd di nava vê lehiya hêrsê de bûn û nekarîn hestên xwe kontrol bikin. Di bûyera duh pêk hat de, ev bûyera ku komek ciwanên Kurd veguherand stanta propaxanda û reklama rejîma faşîst û li ser platformên medyaya dijîtal Kurdan tirsand, ji aliyê ciwanên Kurd ve bi awayekî demokratîk hat protestokirin. Bi qasî ku em di dîmenên parvekirî de dibînin, ciwan li hemberî êrîşên ewil ên dewleta Tirk hewl didin xwe biparêzin. Rejîma paşverû ya faşîst a Tirk ku di hundir de êrîşî her mafê jiyanê yê gelê Kurd dike, hewl dide rê nede maf û qada Kurdan a li Ewropayê bijî. Ji bo ku Kurd weke 'sûcdar' bên naskirin bi hemû hêza xwe dixebite. Di rastiyê de ev bûyera ku faşîzm di bin navê 'Roja Tirkbûnê' de tê belavkirin, weke 'cejna zarokan' tê pêşkêşkirin û hewl tê dayîn mexdûriyet bê afirandin. Lê qurbanî Kurdên ku welatê wan di bin dagirkeriyê de ye.
Mexdûr gelê Kurd e ku mafên wî yên mirovî tên paşguhkirin. Mexdûr Kurd in ku ciwanên wan bi çekên kîmyewî tên qetilkirin. Ji ber vê sedemê tu eleqeya navendên Civaka Kurd ên li Swîsreyê bi bûyerên duh qewimîn re nîne. Berovajî vê yekê, em Kurd ji herkesî zêdetir xema ewlekarî û nîzama giştî ya Swîsreyê dikin.
Divê nûçeyên ji duh ve di çapemeniyê de tên weşandin li ber çavan re were derbas kirin. Em di wê baweriyê de ne ku divê li gorî prensîba bêalîbûnê rast ji raya giştî re bê ragihandin. Em daxwaz dikin ku demildest ev daxwaz bê nirxandin."