CDK-S û YJK-S’ê ji bo çalakiyan bang kirin
CDK-S- û YJK-S’ê, li dijî êrîşên hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê banga tevlîbûna çalakiyan kirin.
CDK-S- û YJK-S’ê, li dijî êrîşên hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê banga tevlîbûna çalakiyan kirin.
Civaka Demokratîk a Kurdên li Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S), têkildarê êrîşên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan li Helebê, daxuyaniyek nivîskî weşandin û banga çalakiya lezgîn kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li dijî êrîşên çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya li Helebê li dijî gelê Kurd em ê bêdeng nemînin” û bang li tevahiya gelan, hêzên demokratîk û hewirdorên xwedî wijdan kir ku bikevin nava liv û tevgerê.
CDK-S û YJK-S’ê, diyar kirin ku ev êrîş ne tenê li dijî gelê Kurd, her wiha li dijî daxwaza jiyanek bi rûmet, azad û wekhev hatiye kirin. Di berdewamiyê de ev tişt hatin gotin, “Armanca van êrîşan daxwaza gelan a bi hev re jiyîn û têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya jinan e. Ew ê nekaribin îradeya gelê me teslîm bigirin, berxwedan wê li her deverê mezin bibe.”
Saziyan, di serê de gelê Kurd bang li hemû rêxistinên welatparêz, hewirdorên demokratîk û hêzên piştevaniyê kirin ku li herêmên ku lê ne çalakî birêxistin bikin û dakevin kolanan dengê xwe bilind bikin.
PLANA ÇALAKIYAN
CDK-S û YJK-S’ê, ragihandin ku li dijî êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê, ew ê îro li gelek bajarên Swîsreyê bi rengekî hemwext çalakî lidar bixin.
Plana çalakiyan bi vî rengî ne:
ZURÎH
Dîrok: 07.10.2025
Cih: Halb Bahnhof
Saet: 18:00
WÎNTERTHUR
Dîrok: 07.10.2025
Cih: Li ber Bahnhofê
Saet: 18:30
CENEVRE
Dîrok: 07.10.2025
Cih: Li ber Postanxaneya Mezin
Saet: 18:00
BELLÎNZONA
Dîrok: 07.10.2025
Cih: Li ber Stasyonê
Saet: 18:00
LUSEREN
Dîrok: 07.10.2025
Cih: Li ber Bahnhofê
Saet: 18:00
BIEL
Dîrok: 07.10.2025
Cih: Li ber Bahnhofê
Saet: 17:00
BERN
Dîrok: 07.10.2025
Cih: Li ber Bahnhofê
Saet: 15:00
Her wiha Kurdistanî di serî de li Basel, Chur, Lozan û St Gallenê, wê li gelek bajarên Swîsreyê dakevin qadan.