Ciwanên Roûvîkonas ji bo Kurdistanê çalakî li dar xistin

Ji komên enternasyonal a li Atînayê Koma Roûvîkonasê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bi nivîsandina dirûşmeyan û belavkirina wan li ber Sefaretxaneya Tirk protesto kir û peyama piştevaniyê ya bi gelê Kurd re da.

Ji komên enternasyonal a li paytexta Yewnanîstan Atînayê koma Roûvîkonasê, bi armanca protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Kurdistanê, li ber Sefaretxaneya Tirk çalakî lidar xistin.

Koma ciwanan bi dirûşme û flamayên YPG/YPJ’ê çalakî lidar xistin, faşîzma dewleta Tirk teşhîr kirin û peyamên pitevaniya enternasyonal dan.

Çalakiya ciwanan rastî eleqeyek mezin hat.