Rete Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê şermezar kir

Îtaliyên dostên Kurdan bertek nîşanî êrîşa dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê dan û wiha ji dagirkeran re gotin: “Destê xwe ji destkeftiyên Kurdan bikişînin.”

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê ya li ser Kurdistanê û êrîşên hêzên girêdayî hikûmeta Kazimî yên li ser Şengalê, li bajarê Cenova ya Îtalyayê ji aliyê dostên Kurdan ên Îtalyayî ve hat şermezar kirin.

Enternasyonalîstên ku bi pêşengiya Rete Kurdistanê li qada Pîazza de Ferrarî hatin cem hev, daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Dostên Kurd yên Îtalyayî anîn ziman ku li hemberî êrîşan ewê li cem gelê Kurd û têkoşîna azadiya Kurdistanê bin û xwestin ku dagirker demildest destê xwe ji destkeftiyên gelê Kurd bikişînin.

Çalakvanan bang li Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û saziyên din yên navnetewî kirin da ku zextê li dewleta Tirk û hikûmeta Kazimî bikin.