Dildarên Şêx Seîd hatin gel hev

Bi beşdariya saziyên pêkhateyên CÎK'ê, bi sedan kes ji bo bîranîna Şêx Saîd li Essenê hatin gel hev.

Li bajarê Essen ê Elmanyayê bi beşdariya pêkhateyên Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) û alimên olî ji bo Şêx Seîd meresima bîranînê hat lidarxistin. Muftiyê berê yê Amedê û Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nîmetûllah Erdogmûş, Şêx Mûrşîd Xeznewî, Mele Muhyeddîn, Mele Şafî neviya Şêx Seîd û Hevşaredarê berê yê Xinisê ye Hasan Basrî Firat, Serokê CÎK‘ê Hafiz Ahmet Tûrhalli, Mele Eşref, Hevserokê KCDK'ê Yuksel Koç, nivîskar-parêzer Serhat Bucak, gelek jin û bi sedan kes tev li bîranînê bûn.

Di bîranînê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, êrîşên qirkirina siyasî û nakokiyên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên di navbera gelan de derketiye holê, girîngiya têkoşîna neteweyî ya ji bo Kurdistanê û hesasiyeta li hemberî êrîşan hate nirxandin.

Di bîranînê de ewilî Hevşaredarê berê yê Xinisê Hasan Basrî Firat axivî. Firat anî ziman ku têkoşîna Şêx Seîd ya wê demê ji bo Kurdistanê bû û got: “Mixabin weke îro vediguhere dîrokeke bi êş û di encamê de xiyanet pêk hatiye. Divê em li cihê ku Şêx Seîd hiştiye, baweriya xwe bi doza xwe re bikin yek. Doza me ya netewî xeyalên Şêx Seîd bû.“

TEVGERA CIVAKÎ

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nîmetûllah Erdogmûş jî axivî û got: “Di serî de ez Şêx Seîd ê ku di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e bi bîr tînim. Şêx Seîd alimekî ku tevgereke civakî da destpêkirin û rêya heqîqetê şopand. Di serdema Yavuz Sultan Selîm de di navbera Osmanî û Safeviyan de hevrikiyek hebû. Di şerê Çaldiranê de hem Şah Îsmaîl û hem jî Yavuz Sultan li deriyê Kurdan xistin û piştgirî xwestin. Sozên curbecur tên dayîn û Îdrîs-î Bitlîsî ji bo vî karî tê wezîfedarkirin. Lê bi demê re dema Safeviyan qels bûn, soz hatin jibîrkirin û Osmaniyan berê xwe dan destkeftiyên Kurdan. Li vir dîsa xiyaneta hundirîn û îxaneta Îdrîs-î Bitlîsî tê dîtin. Di sala 1639‘an de Peymana Kasr-i Şîrîn hat îmzekirin û Kurdistan di navbera Îran û Împaratoriya Osmanî de hat parvekirin. Dagirkerî li ser axa me di dîrokê de her tim hebûye. Li dijî êrîşan jî çalakiyên cuda dest pê kirin. Şêx Seîd jî yek ji van tevgerên civakî bû. Em weke HDP’ê ji Lozanê heta roja îro vê pergala înkarê qebûl nakin û me xwe bi plan, bernameyeke nû plansaz kiriye.“

‘ÎRO TOLA ŞÊX SAÎD Û SEYÎT RÎZ TÊ HILDAN‘

Piştre Hevserokê KCDK'ê Yuksel Koç jî axivî û ev tişt got: “Em weke neviyên Şêx Saîd û Seyît Riza soz didin ku em ê vê berxwedanê hîn berfirehtir bikin. Îro Kurdên rêxistinkirî li Garê û Zapê tola Şêx Saîd û Seyîd Riza hiltînin. Em jî weke Kurdên li Ewropayê dijîn, em ê her tim di vê têkoşîna maf û rûmetê de hebin û li ber xwe bidin.”

Hafiz Ahmet Tûrhalliyê ku demek beriya niha ji ber êrîşên dagirkeriyê wekî şande çûbû Başûrê Kurdistanê û hevdîtin pêk anîbû, silavên gelê Başûr gihandin. Tûrhalli bal kişand ser zerarên polîtîkaya dewleta Tirk a faşîst a bi îstîsmara olê li ser Kurdan dike û bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya ji bo çar parçeyên Kurdistanê.

Piştî axaftinan Hozan Aydin derket li ser dikê stranên xwe gotin.