Dîplomasiya KNK'ê xwe ji bo Lozanê amade dike

Komîsyona Dîplomasiyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Bruskelê li hev civiya û ragihand ku ji ber salvegera peymana Lozanê wê çalakiyan lidar bixe. KNK'ê li dijî êrişên dagirkeriyê ji bo yekîtiyê bang kir.

Komîsyona Dîplomasiyê ya hevpar a KNK'ê ku 32 partî û saziyên Kurdistanî di bin sîwana wê de ne, li paytexta Belçîka Brukselê roja Şemiyê li hev civiya.

Di civînê de ku nûnerên gelek partî û saziyên ji Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê amade bûn, helwesteke tund li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, Şengalê û Rojava hate nîşandan û işaret bi girîngiya nîşandana helwesteke hevpar a li hemberî êrişan hate kirin.

'PLANA DAGIRKERAN A LI DIJÎ KURDAND EWAM DIKE'

Ji YNK'ê Darsim Zand di destpêka civînê de axivî û got, "Girîngiya vê civîna me mezin e. Li vê derê nûnerên gelek sazî û partiyên li çar parçeyên Kurdistanê hene. Planên dewletên mêtinger ên li ser Kurdistanê, ku ji bo tunekirinê bi dehan sal in dimeşînin, dewam dikin. Îro jî heman plan di dewrê de ne. Wezîfeya welatparêziyê rabûna li ber vê yekê ye."

'HEDEFA DEWLETA TIRK NE TENÊ PKK YE, HEDEF DESTKETIYÊN KURDAN E'

Serokê Partiay Îslamî ya Kurdistanê Hîkmet Serbilind jî bi bîr xist ku li Rojhilata Navîn bûyerên girîng diqewimin, dijminên Kurdan planên mezin li ser Kurdan danîne û got, "Ji bo destketiyên Kurdan hemûyan tune bikin di nava hewldaneke mezin de ne. Li gel van hemûyan jî Kurd îro hêz û aktoreke mezin e. Lê belê tenê kêmasiyek wan heye, ew jî nebûne yek. Eger Kurd pirsgirêkên xwe yên navxweyî hal bikin û xwedî stratejiyeke hevpar bin, wê pirsgirêkan çareser bikin. Îro li Kurdan ferz e ku yek bin û bi hev re tevbigerin."

Serbilind bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û axaftina xwe wiha dewam kir, "Tirkiye dibêje, 'PKK heye lewma em êriş dikin, hedefa me ev e'. Şêx Seîd PKK'î nebû, Dersim ne PKK bû, Kurd li ku hebe her tim êrişî wê derê kirine. Heta ku ji destê wan tê qir kirine, xwestine tune bikin. Hedefa dijmin Kurd e, tunekirina destketiyên Kurdan e. Çi Tirkiye, çi Îran, çi jî dewletên Ereb ferq nake. Li ser dijminatiya li Kurdan li hev dicivin. Divê em jî li hemberî vê bibin yek."

'DIVÊ LI DIJÎ DIJMIN EM HELWESTEKE HEVPAR NÎŞAN BIDIN'

Ji Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd Habîb Îbrahîm jî destnîşan kir ku divê Kurd bibin yek û got, "Îro dijmin dixwaze bi temamî me tune bike. Em jî bi hev re mijûl in. Beriya her tiştî divê em dest ji zimanê tund û hilweşîner ê li ser televîzyon û çapemeniyê berdin. Dijminê me her roj êrişî me dike, êrişî Rojava, Şengalê û Başûr dike. Li şûna ku em helwestê li hemberî wan nîşan bidin, em bi hev re mijûl in. Bi vî rengî be em ê winda bikin."

'TIRKIYE ÊRIŞAN BERFIREH DIKE'

Nûnera KNK'ê Nîlufer KOç jî bi bîr xist ku dewleta Tirk qada êrişê berfireh kiriye û got, "Êriş îro ji PKK'ê jî wêdetir berfireh kirine. Berê êriş li ser Behdînanê diahte kirin, lê niha derbasî herêma YNK'ê kirine. Êrişên li ser sivîlan zêde dibin. Berê li Çemçemalê, doh jî il Kelarê êriş kirin. Ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk wê qada êrişê hîn bêhtir berfireh bike. Divê em li hemberî vê tiştekî bikin. Weke tevgerên Kurd divê em li hev bicivin û biryarê bidin. Di vir de nabe ku Îran bêdeng bimîne. Ev yek tê wê wateyê ku Başûrê Kurdistanê bibe qada ji agir. Erdogan bi şev û roj dibêje, heta sala 2023'an dixwaze başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê tevlî Tirkiyeyê bike.."

'LI DIJÎ ÊRIŞAN DIVÊ EM BIBIN YEK DENG'

Bi navê Partiya Edaletê ya Kurdistanê Ehmed Kurda jî got, "Li ser Kurdan êrişeke mezin heye. Tirkiye her roj bombeyan li xaka Kurdistanê dibarîne. Êriş her roj dewam dike. Li vê derê her kes bêdeng û tenê lê temaşe dike. Eger em Kurd jî lê temaşe bikin, li pêşberî dîrokê em ê sûcdar bin. Lewma divê em li hev bicivin û bi yekdengî li ber dagirkeriyê rabin."

DI SALA 100'EMÎN A LOZANÊ DE TIRKIYE DIXWAZE BI ROLEKE NÛ RABE

Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar di axaftina dawî ya civînê de anî ziman ku ji bilî yekîtiyê çareyeke cuda ya Kurdan nîne û got, di sala 100'emîn a peymana Lozanê de Tirkiye dixwaze li herêmê sînorekî nû çêbike. Aydar destnîşan kir ku ji bo bêşensiya beriya 100 salî bi serê Kurdan ve hat careke din rû nede, divê Kurd hêza we bikin yek û van lîstikan têk bibin.

Aydar diyar kir ku di salvegera 99'an a peymana Lozanê de wê li Swîsreyê hin çalakiyan lidar bixin û ji bo sala 2023'an a dibe salvegera 100'emîn a peymana Lozanê ew amadekariyan dikin.