Dora ji ber qedexeya Kurdî di greva birçîbûnê de ye

Mazlûm Dora ku temaşekirina kanalên nûçe û muzîkê yên Kurdî bi hêceta “bi guman e” lê hatiye astengkirin, diyar kir ku li Girtîgeha Stammheîmê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Mazlûm Dora ku ev salek e li Girtîgeha Stammheîmê ya bajarê Stûttgart a Elmanyayê girtî ye ragihand ku dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Di rûniştina dozê ya 4’ê Gulanê ya li Stammheîmê de Dora anî ziman ku ji ber astengkirina temaşekirina kanalên nûçeyan ên Medya Haber, Stêrk Tv û MED Muzik ku muzîka Kurdî weşanê dike roja Duşemê dest bi greva birçîbûnê kiriye û got: “Roja Duşemê dema ku min xwest li tv temaşe bikim min dît ku hemû kanal girtî ne. Dema min sedema wê pirsî, wan got ji ber ku bi guman dîtine lewre girtine.”

Parêzerê Dora Chrîstos Psaltîras di agahiyên ku ji Rojnameya Ozgur Polîtîkayê re parvekirî de diyar kir ku ji bo rawestandina kiryarên derqanûnî wê serlêdana nivîskî bikin.

Piştî serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavûşoglu ya ji Berlînê ya di Gulana 2021’an de, hunermend Mazlûm Dora jî di nav de 3 Kurd hatibûn girtin.

Dora di 11'ê Gulanê de dema ku ji bo karên fermî çûbû şaredariya Esslîngenê, hatibû destgîrkirin, li erdê hat dirêjkirin û destê wî ji paş ve kelepçe kirin.

Dora yê ku hat girtin û avêtin Girtîgeha Stammheîmê, ji ber xebatên xwe yên çandî tê darizandin.