Encama danezana kongreya PYD’ê ya Ewropayê
PYD, encama danezana kongreya xwe ya Ewropayê ragihand. Di danezanê de rizgarkirina herêmên dagirkirî weke stratejiya bingehîn a xebatê hat destnîşankirin.
PYD, encama danezana kongreya xwe ya Ewropayê ragihand. Di danezanê de rizgarkirina herêmên dagirkirî weke stratejiya bingehîn a xebatê hat destnîşankirin.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) danezana kongreya xwe ya 11’emîn ku li bajarê Venlo yê Hollandayê hat li darxistin eşkere kir.
Di danezanê de wiha hat gotin: “Partiya me bi şîara ‘ Bi rihê Şoreşa Rojava em ê xwe rêxistin bikin û hebûna xwe biparezin’ di 7-8’ê Gulanê de kongreya xwe bi beşdarbûna 250 delegeyan li Ewropayê li dar xist. Nûnerên partiya Kurd û Suriyeyî ên li Ewropayê beşdarî kongreyê bûn. Kongre piştî dawîbûna krîza virûsa korona li Ewropayê, hat lidarxistin.”
Di heman demê de kongre di demê ku cîhan hemu di krîzê de û di aloziya şerê cîhanê a seyemîn de bû pêk hat. Ev şer ne weke yên berê ne, bingeha vê li ser esasê berjewendiyên kapitalîst a di nav hêzên mezin de ye.
Pêvajoya ku siyaseta înkarê dewam dike, rejîma Şamê ji rewşê dûr dikeve, sûcên ku dewleta Tirk li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî pêk tîne didome; Şervanên azadiyê li çiyayên Kurdistanê berxwedanê dîrokî nîşan didin.Her wiha gelek alî dixwazin destkeftiyên gelê me yê Şengalê tune bikin.”
‘EM Ê PARTÎYA XWE LI EWROPA GEŞ BIKIN’
Partiya me kongreya xwe ya Ewropayê bi xeteriyên mezin û pêvajoya siyasî e hesas ku bandorê li Rojhilata Navîn û Rojava dike, li darxist. Armanca wê ev bû ku karê xwe di nav Kurdên ku bi sedemên cuda neçarî hatine Ewropayê, xurtir bike. Partiya me ku di encama fedakariya şehîdan û pejirandina gel de hatiye avakirin. Ji bo ku destkeftiyên gelê xwe biparêzin û wê xebatên xwe yên ji bo bi hêz kirina rêxistinbûna gel de bidomînin.
Piştî nirxandinên berfireh ên li ser xebatên wê, bîryar hat girtin ku wê partî li Ewropayê xebatên xwe geş bike û li dijî tegehên weke takekesiyê wê îdeolojî, hêz, xebata ji bo timê û rêxistinbûyînê têbikoşe.
Li gel rexistina jinan, bîryar hat girtin ku dosyayên Rêveberiya Xweser û dosyaya Rojava timî di rojava navneteweyî de cîh bigre, ji bo ku gel dengê xwe bigihînin navenda biryargirtinê yên Ewropa, jin di qada cîvakî û sîyasî de rola pêşeng bileyzin û xebatên diplomatîk bikin.
Ji bo pêşxistina çapemenî, karê ciwanan û çand û hunerê biryar hat girtin. Di kongreyê de rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û heremên dagirkerî û têkoşîna ji bo Sûriyeya nenavendî a demokratîk weke erkên sereke yên partiyê hatin qebûlkirin.”
RÊBAZA NÛ
Di dawiya danezandinê wiha anîn ziman:
“Di dawiya kongreyê de rêveberiya nû a ji 39 endaman pêktê hat diyarkirin. Di nav de divê pêvajoya hesas de jin, ciwan, çapemenî, çand û huner jî hene ku dikarin destkeftiyên Şoreşa Rojava û fedakariyên şehîdên me biparêzin. Di heman demê de PYD li Ewropayê xebatên dîplomatîk û pêvajoya sîyasî bi rê ve bibe û xebatên rêxistinî di nava Kurdan de bidomîne.”