FED-DEM’ê rêveberiya nû hilbijart
Kurdistaniyên li Bakûrê Elmanya dijîn 4’emîn Kongreya FED-DEM’ê li bajarê Hannoverê li darxistin.
Kurdistaniyên li Bakûrê Elmanya dijîn 4’emîn Kongreya FED-DEM’ê li bajarê Hannoverê li darxistin.
Kurdistaniyên li Bakûrê Elmanya dijîn 4’emîn Kongreya FED-DEM’ê li bajarê Hannoverê li darxistin. Kongre bi deqeyek rêzgiritina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê, destpê kir. Piştî hilbijartina Dîwanê rapora xebatê hat xwendin û delegeyan xebata dawî a yek salê nirxand.
Di nîqaşan de bi taybetî ji bo pêwistiyên civakî, siyasî û çandî yên Kurdistaniyên li Bakûrê Elmanya dijîn bên pêkanîn, rewşa meclîsa hatî avakirin hat dest girtin.
Di kongreya ku çar saet dom kirî de ji venêrîn, dîsîplîn, pêwendiyên derve û çandî rêveberiya ji 20 kesan pêkhatî û Komîsyona Platforma Medyaya Dîjîtal hat avakirin.