Fed-Med’ê kongreya xwe bi tevlêbûneke berfireh lidar xist
Federasyona Civaka Azad a Mezopotamyayê (FED-MED) NRW ku li Elmanyayê dixebite, 5. Kongreya xwe li dar xist.
Federasyona Civaka Azad a Mezopotamyayê (FED-MED) NRW ku li Elmanyayê dixebite, 5. Kongreya xwe li dar xist.
FED-MED-NRW ku li Elmanyayê dixebite, 5. Kongreya xwe li dar xist.
Bi sedan delegeyên ji dehan meclîsên girêdayî Federasyonê ji bo kongreya 5. li bajarê Emmerîchê hatin cem hev.
Di kongreya ku bi dirûşmeya “50. saliya Rêbertiyê, çûyîna ber bi berxwedan, azadî û serketinê” hat lidarxistin de, di çarçoveya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser 8 rehendên rêxistinbûnê nîqaş hatin kirin.
Parlamenterê berê yê HDP'ê Ahmet Yildirim, ji Partiya Rizgariya Yekbûyî ya Tamîlan Agîlan Waradarajah, siyasetmedarê Kurd Tahîr Koçer û nûnerê Dîe Lînke Oberhaûsen Jûergen Diîttmeyer jî weke mêvan tevlî kongreyê bûn.
Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre hevserokên Fed-Med’ê Ahmet Elmas û Zozan Gul axaftina vekirinê kirin.
Di peyama li ser navê Fed-Med a di kongreyê de hat dayîn de bal hat kişandin li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hate gotin, “Her çiqasê ku dewleta Tirk serkêşiyê ji vê konsepta qirkirinê re dike jî, tê fêmkirin ku di plana fireh de şereke topyekûn e ku hemû hêzên komploger ên navneteweyî li dijî Kurdan birêve dibin e.”
Fed-Med’ê her wiha diyar kir, “Di vê wateyê de, ew ê di merheleyên cuda yên di nava qonaxeke demdirêj ku her ku biçe wê berfireh bibe dom bike. Em dikarin vê konsepta şerê qirkirinê encax bi gotina ku mohjra xwe li pêvajoyê xistî, bi tevlêbûna nav xebatan ya ‘bi ruhê berxwedanê ya Zap û Avaşînê’ a gerîlayê azadiyê nîşan daye, pûç bikin. Divê em berxwedaneke bibiryar, bê navber û domdar ne tenê li qada çalakiyê, belku herî zêde jî li ser esasê paradîgmayê xwe bi rêxistin bikin û nîşan bidin.”
YILDIRIM: TU HÊZ NIKARE ME ASTENG BIKE
Ahmet Yildirim beşdarên kongreyê silav kir û bal kişande ser girîngiya piştevaniya civakî û destnîşan kir ku têkoşîn veguheriye pêvajoyeke ku sînoran nas nake.
Yildirim axaftina anî ziman, “Di pêvajoyeke bi vî rengî ya hestiyar de divê zêdetir xwedî li sazî û komeleyên Kurdan bê derketin.”
Yildirim, êrîşên dagirkeriyê û zêdebûna zextên li ser HDP'ê bi bîr xist û wiha pêde çû, “Divê her kes bizane ku ti hêz wê nikaribe me ji di serî de têkoşîna me, ji baweriya me ya ji bo bindestan ku wê bigihîje encamê dûr bixîne. Ev pêvajo ji hêla têkoşîna gelan ve karê kêliyekê ye ku wê veguhere tevgereke gel a ku wê di pêşerojê de hemû hêzên emperyalîst bixe nava zehmetiyê. Pêşveçûn vê yekê nîşan dide.”
DÎE LÎNKE: EM BI BIRYAR IN KU DAWÎ LI SÛCBARKIRINA PKK'Ê BÎNIN
Nûnerê Dîe Lînke Oberhaûsen Jûergen Diîttmeyer kêfxweşiya xwe ya ji bo tevlêbûna kongreyê anî ziman û ragihand, “Em weke DÎE LÎNKE, êrîşkariyên cûr bi cûr ên dewleta Tirk ji nêz ve dişopînin. Rejîma AKP/MHP û mêtingeriyên wê di astên cûr bi cûr de êrîşî gelê Kurd û tevgera azadiyê dike. Ji hemûyan xirabtir jî ev e ku êrîşeke leşkerî ya vekirî destpê kiriye, wek ku berî mehekê li bakurê Iraqê qewimî.”
Diîttmeyer diyar kir ku artêşa Tirk “Balafirên şer, balafirên bêmirov û hêzên bejayî, weke her carê bêyî ku guh bide jiyana mirovan, bi kar tîne.”
Nûnerê Dîe Lînke ev jî anî ziman, “Em jî bi we re bi biryar in ku dawî li krîmînalîzekirina tevgera azadiya Kurd li Elmanyayê bînin. Em partiya yekane ya li Bundestagê ne ku daxwaza demildest rakirina qedexeya PKK’ê û berdana siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê girtî ne dikin.”
NÛNERÊ TAMÎLÊ: TIŞTEKÊ KU EM WINDA BIKIN TUNE YE, CÎHANEK KU BÊ QEZENCKIRIN HEYE
Ji Partiya Rizgariya Yekbûyî ya Tamîlê Agîlan Waradarajah tevgera azadiya Kurd û têkoşîna hemû gelên azadîxwaz silav kir.
Waradarajah ev peyam da: “Civaka Tamîlê bi fikariyeke mezin li êrîşên rejîma Tirk ên li dijî gelê Kurd temaşe dike. Piştî şerê li Ûkraynayê, rejîma AKP/MHP’ê bakurê Iraqê ji nû ve dagir kir. Hêzên emperyalîst dîsa hewl didin vê rastiyê veşêrin an serê wê binuximînin. Her wiha çêkirina kur ji bo Erdogan û veşartî hiştina sûcên şer ên artêşa Tirk yên bi armanca têkbirina tevgera azadiyê dewam dikin. Hemû ji bo ku tevgera şoreşgerî ya li Rojhilata Navîn rawestînin û Erdogan razî bikin ku Fînlandiya û Swêd tevlî NATOyê bibin e. Ji bo wan hemû rê rewa tên dîtin û gefên ji bo girankirina krîmînalîzekirina tevgera azadiya Kurd a li Elmanyayê tên kirin. Encax dijberên doza me ya hevpar wê bin bikevin û wê rojekê têk biçin, em teqez di wê baweriyê de ne! Gelê Tamîlî bi we re ne!”
Waradarajah, hovîtiya li Srî Lankayê ya li dijî gelê Tamîlan bi bîr xist û wiha got: “Werin em hîn zêdetir bi hev re bixebitin, sûcên rejîma Tirk û Srî Lankayê hîn zêdetir derxin derveyî qanûnê û bi hemû tevgerên pêşverû re yên di nava hevgirtiyê de ne şer bikin. Em di rewşeke wekhev de ne, em dikarin gelek tiştan ji hevûdu fêr bibin û jixwe me niha dest bi hînbûnê kiriye jî. Weke gelên bindest ên li sirgûnê, em bi yek dengî biaxivin û bi hev re li dijî zilma dewleta Elman têbikoşin! Werin em hemû kesên ku bi me re ne û her kesê ku piştgiriyê didin têkoşîna me tevlê bikin. Ji bilî cîhanek ku em bi dest bixin tiştek tune ku em winda bikin!
Li Tirkiye, Srî Lankayê, Elmanya û hemû cîhanê dawî li zilmê bînin! Ji Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî re azadî! Bijî têkoşîna azadiyê ya ji bo mafê me yê çarenûsî.”
HEVSEROKÊN NÛ HATIN HILBIJARTIN
Piştî axaftinan raporên salekê hatin xwendin û dengdan pêk hat. Di dengdana yekem de Şevîn Sîncar û Ehmed Kobanê ji bo hevserokatiya Fed-Med’ê hatin hilbijartin û rêveberiyeke ji 15 kesan hate avakirin.