Her rojên Sêşem û Pêncşemê wê li ber OPCW’ê çalakî bê lidarxistin

Kurdan di çalakiya li ber avahiya OPCW’ê de bang li tevahiya Kurdistanî û dostên wan ên li welatên Benelûksê dijîn kirin ku bi awayekî çalak di çalakiyê de cih bigirin.

Rêxistinên Kurdan ên Ewropayê biryar dan ku wê di navbira 3 Gulanê û 30‘ê Hezîranê de her rojên Sêşemî û Pêncşemê li ber avahiya OPCW’ê ya li bajarê Den Haagê yê Holandayê çalakiyan li dar bixin. Çalakgeran bang li OPCW’ê kir ku lêkolîna çekên kîmyewî yên ku artêşa Tirk li Kurdistanê bikartîne bike. Çalakgeran anî ziman ku heta OPCW dengê wan bibihîse wê çalakiya xwe bidomînin.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ji bo çalakiya bi pêşengiya NAV-BEL û DEM-NED'ê hat dest pê kirin de banga tevlîbûna girseyî li Kurdistanî û dostên wan ên li welatên Benelûksê dijîn kir.