BI DÎMEN

Hevserokê KCDK-E’yê: Divê Rêber Apo bi awayekî fermî beşdarî hevdîtinan bibe

Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê Rêber Apo bi awayekî fermî beşdarî hevdîtinên aşitiyê bibe.

Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever da zanîn ku êdî nabe ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo were taloqkirin û got: ‘’Ji bo civaka demokratîk û avakirina aşitiyê beriya her tiştî divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were dabînkirin.’’

Saziyên Kurdan ên li Ewropayê amadekariyên çalakiyên girseyî dikin. Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever têkildarî çalakî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji ANF’ê re axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Girêdayî banga Rêber Ocalan pêvajo yekalî pêş ket; hemû geşedan bi înîsiyatîfa Tevgera Azadiya Kurdan pêş ketin. Li Tirkiyeyê di bin banê Meclisê de komîsyonek hate avakirin. Ji bo serkeftina pêvajoyê divê Rêber Apo bi awayekî fermî beşdarî hevdîtinên aşitiyê bibe. Têkildarî ku Rêber Apo bi gelê û saziyên xwe re pêwendiyeke rasterast ava bike, bendawariyên gelekî mezion hene. Raya giştî ya cîhanê, dixwaze fikir û ramanên Rêber Apo, ji Rêber Apo bibîhîze.’’

CIVÎN GELEKÎ GIRÎNG E

Sever di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku wê di 15’ê Îlonê de dest pê bike gelekî girîng e û got: ‘’Divê şert û mercên ku Rêber Apo ji ‘mafê hêviyê’ sûd werbigire û serbest were berdan, werin afirandin. Ji ber vê yekê em ê di 15-19’ê Îlonê de li Strasbourgê çalakiyan li dar bixin û daxwazên xwe ji komîteyê re ragihînin. Di çarçoveya biryara Konseya Wezîran a Ewropayê de divê Tirkiye bi lez pêngavan biavêje û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dabîn bike.’’

PARASTINA PERSPEKTÎFA ÇARESERIYÊ

Sever di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku gelê Kurd bes ne azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di heman demê  parastina perspektîfa çareseriyê ya li dora fikrên Rêber Apo teşe girtiye jî dikin û ev yek anîn ziman: ‘’Em neçar in ku çalakiyên xwe mezin bikin û daxwazên xwe zelatir bînin ziman. Ger pêvajo bi awayekîerênî pêş bikeve wê civaka demokratîk ava bibe. Ji bo vê yekê jî divê tavilê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were dabînkirin.’’