Hiqûqnasên Elman: Qedexekirina siyasetê ji bo Kurdan nayê qebûlkirin

Hiqûqnasên Elman di Forûma ‘Qedexeya li ser PKK’ê‘ de axivîn û diyar kirin ku bi qedexeya li ser PKK’ê tê xwestin ku Kurd dev ji siyasetê berdin û gotin: “Ev rewş bi tu awayî nayê qebûlkirin.“

Li Berlîn a paytexta Elmanyayê nûnerên saziyên mafê mirovan, hiqûqnas û mexdûrên qedexeya li ser PKK’ê di forûma bi navê “Qedexeya Li Ser PKK’ê ya bi 28 Salan” de hatin ba hev. Forûm li salona konferansê ya avahiya berê ya Weqfa Rosa Luxemburgê hat danîn û di roja duyemîn de berdewam dike.

Forûm ji aliyê Yekîtiya Huqûqnasên Mafê Mirovan ên Cîhanê û Demokrasiyê ya Ewropayê (ELDH), Yekîtiya Huqûqnasan a Demokratîk (VDJ), Komeleya Demokrasiyê û Mafên Bingehîn, Komeleya Azadiyê û Komeleya Hiqûq û Demokrasiyê ya Navneteweyî (MAF-DAD) ve hat danîn. Di beşa vê sibê de parêzeran der barê hiqûqa qedexeyê de nîqaş kirin.

Di forûmê de ji 18’ê Hezîranê û vir de qedexeya li ser PKK’ê û krîmînalîzekirina Kurdên li Elmanyayê bi gelek awayan hatin nîqaşkirin.

Parêzerên ku bi salane di dozên têkildarî PKK’ê de parastina siyasetmedar û aktîvîstên Kurdistanê dikin, Dr. Rolf Gossner, Dr. Lukas Theune, Stephan Kuhn û Fatma Sayin di van dozan de serpêhatiyên xwe parve kirin.

‘HEMÛ MAFÊN REWAŞ YÊN KURDAN HATINE BINPÊKIRIN‘

Ewilî Dr. Rolf Gossener mafê axaftinê girt û got, “Li dewsa krîmînalîzekirinê diyalog“ û bal kişand li ser zirerên bi qedexeya li ser PKK’ê ya di salên 1993’an li ser Kurdên li welêt û Elmanyayê dijîn.

Parêzer Stephan Kuhn jî anî ziman ku her çiqas bi salan hincetên qedexeyê kêm bûne jî çarçoveya qedexeyê her tim hatiye berfirehkirin. Kuhn bal kişand li ser naveroka dozên salên dawî yên têkildarî PKK’ê hatine vekirin û got: “Guleya ku milîtanan bi hezaran kîlometre dûrî avêtine, di dozên li vir hatine vekirin de cih digire. Ger wisa be divê li gorî hiqûqa navneteweyî li dijî dewleta Tirk jî doz bê vekirin. Di vî warî de biryara dadweriya Belçîkayê ku PKK aliyekî şer e, gelekî girîng e.“

‘ELMANYA DI ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN DE CIHÊ XWE DIGRE‘

Kuhn diyar kir ku qedexeya PKK'ê bandoreke mezin li Kurdekî ku dixwaze xwe bi awayekî siyasî îfade bike, dike û wiha pê de çû: “Di salên 90’î de PKK hate krîmînalîzekirin û zext hatin destpêkirin. Ligel vê krîmînalîze kirinê zext hatin kirin. Li Tirkiyeyê li dijî Kurdan şer hate kûrkirin û Elmanyay jî di vir de cihê xwe girt. Şerê ku Tirkiye daye destpêkirin hatiye rewakirin, lê hişmendiya qedexekar a li ser têkoşîna siyasetê ya Kurdan li Elmanya di dewrê de ye. Ji ber ku dewleta Elman beşek ji şerê çekdariye, xwepêşandanên aştiyane yên Kurdan jî ceza dike.“

‘XALA 129B JI BO HEMÛ KURDÊN LI EWROPA DIJÎN GEF E‘

Dr. Lukas Theunes ê ku di darizandinên ku bi navê "dozên PKK'ê" tên naskirin, gelek caran çawan qanûn dikeve xizmeta siyasetê de bi berfirehî pêşkêş kir. Parêzer Fatma Sayin jî bi mînakan bêhiqûqiyên rast hatine wiha parve kir: “Miwekîlên me ne tenê li Elmanya li welatên din ên Ewropa jî tên girtin û radestî Elmnayay ê tê kirin. Xala 129B ne tenê ji bo Kurdên li Elmanya dijîn, ji bo hemû Kurdanên li Ewropa dijîn gef e.“

Di beşa duyemîn Forûmê de hîndekarê Zanîngeha New South Wales li Sydney a Awûstralya, Vicki Centas û nivîskar Rasmus Canback jî mafê axaftinê girtin.

Centasê ku ji Sydneyê beşdarî lînka zindî ya vîdeoyê bû, diyar kir ku PKK çawa di "Lîsteya Rêxistinên Terorê" ya Awûstralyayê de cih digire. Çentas diyar kir ku bi salan e ji bo PKK ji vê lîsteyê bê derxistin têdikoşe. Zanyar Vîckî Centas, bi bîr xist ku PKK di sala 2005'an de di lîsteyê de cih girtibû û ev lîste 3 salan carekê tê nûkirin û got: "Berevajî lîsteya YE'yê, divê li Awûstralyayê hikûmet, ne hiqûq, qanî bibe."

Rojnamevan û nivîskar Rasmûs Canback jî siyaseta krîmînalîziyason a hikûmeta Swêdê vegot. Canback bal kişand ser nîqaş û danûstandinên li ser endamtiya Swêdê ya NATO’yê, ev agahî bi beşdaran re parve kir: “Dewleta Tirk lîsteyek ji 30 kesan da û daxwaza vegera wan kir. Min bi kesên ku daxwaza radestkirina wan hatiye kirin re axiviye, lê ez dixwazim balê bikişînim ser doza yek ji wan. Her çiqas ev Kurd hemû şert û mercan bi cih bîne jî rûniştina wî nayê dirêjkirin. Piştre derket holê ku polîsê Swêdê biryar daye ku ‘Ev kes ji bo ewlekariya Swêdê gefe‘. Sedem ew e ku ew beşdarî şeveke ku ji aliyê komeleya Kurdî ve hatibû organîzekirin bû. Welatên ku dergûşên demokrasiyê ne jî dikarin van tiştan bikin.”

Di beşa piştî nîvro de Endamê KNK'ê Adem Ûzûn, Parlamenterê Federal ê Elmanyayê Gokay Akbûlût, parêzera Hollandî Tamara Bûrûma û parêzerê Belçîkayê Jan Fermon wê biaxivin.