Ji bo gerîlayê HPG’ê Herekol Têkoşer konê sersaxiyê hat danîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Herekol Têkoşer (Rênas Yûsiv) ê di berxwedana Zapê ya dawîn de, 27‘ê Nîsanê şehîd bû konê sersaxiyê hat danîn.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Herekol Têkoşer (Rênas Yûsiv) ê di berxwedana Zapê ya dawîn de, 27‘ê Nîsanê şehîd bû konê sersaxiyê hat danîn.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Herekol Têkoşer (Rênas Yûsiv) ê Girkê Legêyî yê 27‘ê Nîsanê di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Zapê de şehîd bû li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê sersaxî hatin qebûlkirin.
Du birayên gerîlayê HPG’ê Rênas Yûsiv sersaxî qebûl kirin.
Li ser navê Komeleya Malbatên Wenda û Şehîdan Şengê Kahraman li mala sersaxiyê mafê axaftinê girt û axivî. Kahraman got ku ew ê wek gel xwedî li mîrateya berxwedanê ya şehîdan ji wan re hiştiye derbikevin.
Birayê şehîd Çekdar Yûsiv jî got: ‘’Rênas şehîdê gelê Kurdistanê ye’’ û berxwedan silav kir.
Hozan Comerd ê tev li sersaxiyê bû strana ‘’Ez şehîd im, pakrewan im’’ got û şehîd bi bîr anîn.