Ji bo meşa xwedîderketina Şengalê ya li Bîelefeldê bê lidarxistin bang hat kirin

Bi armanca xwedîderketina li Şengalê, bi pêşengiya Meclîsa Gel a Bîelefeldê û saziyên Êzidî yên li Elmanyayê wê sibe li Bîelefeldê meşekê bê lidarxistin. Banga tevlêbûnê hat kirin.

Li hemberî êrişên hêzên çekdar ên girêdayî artêşa hikumeta Kazimî yên li ser Asayîşa Êzidxanê, YBŞ û YJŞ’ê ku di encama berxwedana gel de vala derket, Êzidî, Kurd û dostên wan li her derê daketin qadan û bi çalakiyan xwedî li Şengalê derketin.

Bi heman armancê wê sibe li Bîelefeldê meşek bê lidarxistin. Meş ji aliyê Meclîsa Gel a Bîelefeldê û saziyên Êzidî yên li Ewropayê hatiye organîzekirin.

Ji bo meşa ku wê sibe saet 14:00’an li Bîelefeld HBF’ê bê lidarxistin banga tevlêbûnê hat kirin.