Ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê serlêdan hate kirin
Parêzeran serî li Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê dan û xwestin PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin.
Parêzeran serî li Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê dan û xwestin PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin.
Li dijî qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê ku 29 sal in dewam dike, pêvajoyeke nû ya hiqûqî hate destpêkirin.
Parêzer Dr. Peer Stolle û Dr. Lukas Theune, ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' ya Elmanyayê bê derxistin, serê sibehê serlêdana fermî li Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê ya Federal kirin.
PKK di 26'ê Mijdara 1993'an de ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Manfred Kanther ve li Elmanyayê hate qedexekirin.
Nûnerên qanûnî yên Komeleya Demokrasî û Hiqûqê ya Navneteweyî (MAF-DAD) bi vî rengî li dijî qedexeya ku 29 sal in dewam dike dest bi têkoşîneke nû ya hiqûqî kirin.