Jinên Kurd li Fransayê li dijî dagirkeriyê çalakiyan dikin

Jinên Kurd li bajarên cuda yên Fransayê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li çalakiyên xwe dewam dikin.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, bi banga Tevgera Jinên Kurd a Demokratîk a Fransayê (TJK-F) komun û meclîsên jinên li Fransayê zend û bend badan. Roja Îniyê li Rennes û Bordeauxê jin derketin qadan, li Parîsê jî jin, li ber Parlamanetoya Fransayê ya li Învalîdesê bi dirûşmeya ‘’Gerîla jiyana me ye’’ li hev civiyan.

Li Strasboûrg û Grîgnyê, roja Şemiyê meş û mitîng hatin lidarxistin. Endamên meclîsa pêkhateya TJK-F’yê bang li raya navneteweyî û Fransayê kirin ku li ber dewleta Tirk rabin.

Di çalakiyê de dowîzên ‘’Nebin şirîkê komkujiyê’’ nivîsandî hatin hilgirtin û hat destnîşankirin ku daxwazên gelê Kurd ên mirovî di dîrokê de tim duçarê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst bûne û peyama ‘’Duh ên ji yên gava li dijî hovîtiya DAIŞ’ê li ber xwe didan re li çepikan didan bila îro wan biparêzin’’ dan.

‘ÊRÎŞKIRINA GERÎLA ÊRÎŞKIRINA XETA JINAN E’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘’Wateya gerîla; nasname, rûmet û avakirina civaka exlaqî-polîtîk e. Gerîla gihîştina xeyalên xwe ya mirovên azad e. Gerîla, bi tilîliyan hildana heyfa jina dengê wê dihê birîn, di nav çar dîwaran de dihê ragirtin, her roj destdirêjî û taciz û şidet lê dihê kirin û tune kirina hişmendiya mêrane ya raser e. Ji wê boneyê em bi aşkerehî dibêjin ku êrîşa li gerîla, êrîşa li xeta jinên azad, li me jinan e. PKK partiya jinan e!’’

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê bi banga Înîsiyatîfa Jinan Zînê, li dijî xiyanetê mitîng hat lidarxistin. Mîtîng li ber Gara Strasboûrgê bi şiara ‘’Gerîla rûmeta me ye’’ hat lidarxistin. Kurd û dostên wan tev li mitîngê bûn. Di mitîngê de pankartên ‘’Bila bimirin dagirker û hevkarên wan’’, ‘’Kurdistanê biparêze’’, ‘’Gerîla rûmeta me ye’’ nivîsandî hatin vekirin û li ser hev diruşmeyên ‘’Erdoganê qatil û terorîst’’, ‘’Em hemû PKK’yî ne’’, ‘’Bila bimire xiyanet’’, ‘’Jin jiyan azadî’’ û ‘’Azadî ji Abdullah Ocalan re’’ hatin berzkirin.

Di axavtina li mitîngê hat kirin de bal kişandin li ser armanca bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê yên bi hevkariya PDK’ê, qedandina bi tevahî ya Kurdan e.

Di axaftinê de hat derbirîn ku dewleta Tirk bi çêkên kîmyewî êrîşê gerîla û gelê sivîl dike û îşaret bi wê yekê hat kirin ku dewletên dengê xwe nakin jî şirîkên sûcê şer in û hat bilêvkirin ku heta gelê Kurd azadiya xwe bi dest bixe wê li têkoşîna xwe dewam bike û gerîla di serî gelê Kurd, rûmeta mirovahiyê temsîl dike.