KCDK-E: Bêdengî tê wateya xizmeta ji bo dijminên Kurdan

KCKD-E’yê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û hêzên navneteweyî piştgiriyê dide dewleta Tirk bang li gelan kir û got “Bêdengî tê wateya xizmeta ji bo dijminên Kurdan.”

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewrupa (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin “Dewleta Tirk a dagirker bi polîtîkayên qirkirina Kurdistan û qirkirinê re hiqûqa navneteweyî û nirxên mirovayetiyê bin pê dike. Gelekî zelal e ku heke ne ji piştgiriya DYE, NATO û saziyên navneteweyî be wê dewleta Tirk dagirker nikaribe vî şerî bidomîne.

Piştgiriya dewleta Tirk a dagirker û Erdoganê dîktator, bêdengiya li hemberî êrişên dagirker ên li ser Kurdistanê tê wateya şirîkatiya qirkirinên li ser Kurdistan û herêmê.

Dewleta Tirk li Kurdistan, Lîbya, Sûriye, Iraq û Kafkasê ji bo polîtîkayên dagirkeriyê DAÎŞ û avadaniyên paramîlîter ên wekî DAÎŞ û komên cîhadîst bi kar tîne. Piştgiriya AKP û MHP’ê tê wateya piştgiriya feraseta DAÎŞ’ê.

Em bang li raya giştî û mirovayetiyê dikin, ji bo ku DYE, NATO û hêzên navneteweyî piştgiriya xwe ya ji bo dewleta Tirk vekişînin divê zextan bikin. Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê li hemberî gerîla hiqûqa navneteweyî bin pê dike çekên kîmyewî bi kar tîne.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê yên ku li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk li Zap, Avaşîn û Metînayê ji bo azadiya nasname, bîr û baweriyan li hemberî dewleta Tirk têdikoşin.

Em bang li DYE, NATO û saziyên navneteweyî dikin, piştgiriya xwe yên di warê leşkerî, siyasî, dîplomatîk û teknîk de bikişînin. Heke ne ji piştgirî û bêdengiya van saziyan be wê dewleta Tirk li Kurdistanê polîtîkayên dagirkerî û qetlîamê nikare bi rê ve bibe.

Em bang li gelê xwe û hemû kesên azadîxwaz û demokrat û wekhevîxwaz dikin ku li hemû welatan tevlî çalakiyên ‘DYE û NATO piştgiriyê dide qetlîamên dewleta Tirk! Kurdistanê biparêze’ bibin.”