KCDK-E'yê Hasbî Çakici bi bîr anî

KCDK-E'yê Hasbî Çakici bi bîr anî û sersaxî ji malbata wî û gelê Kurdistanê re xwest.

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), Hasbî Çakici bi bîr anî ku ji ber nexweşiya helîna masûlkeyan, li bajarê Den Haag ê Hollandayê jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku Hasbî Çakici li dijî sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 127 rojan di greva birçîbûnê de ma, sekneke bi biryar nîşan da û got, "Berê jî bi rengekî çalak di nava têkoşînê de bû. Hasbî Çakici ku li Êlihê ji dayik bû, li gelek bajarên Kurdistanê tevlî nava karên rêxistinî bû. Sala 1991'ê ji neçarî li Ewropayê bi cih bû û li vir jî di serî de karên NCDK a den Haagê tevî gelek karî bû, ti carî ji têkoşînê qut nebû. Ji bo her tim bibe parçeyek ji têkoşînê çi ji destê wî hat kir."

KCDK-E'yê ragihand ku Hasbî Çakici li derdora xwe dihate hezkirin" û bi rêzdarî bi bîr anî. Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Çakici û gelê Kurdistanê re hate xwestin.