KON-MED'ê li dijî êrîşên li ser Helebê bang kir

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) li hemberî êrîşên rejîma HTŞ'ê yên li ser taxên Kurdan ên li Helebê banga lidarxistina çalakiyan kir.

Di daxuyaniya KON-MED'ê de hate gotin, "Çeteyên HTŞ'ê ku pêlîstok û taşeron a hewldanên provokasyonê yên hêzên dagirker ên li dijî jiyana hevpar a gelan e, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo komkujiyê êrîş kirin."

Bi dewamî hate gotin, "Di van êrîşan de ku bi çekên giran hatin kirin, ji bo bilindkirina provokasyonê ji mizgeftan bang hate kirin. Çete bi vê yekê hewl dide gelan berde hev û jiyana hevpar têk bibe.

Bi banga Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re ji Dêrazorê heta bi Helebê ji bo tevahiya herêmê seferberî hate ragihandin. QSD'ê diyar kir ku wê rê nedin provokasyonan, berxwedana xwe ya ji bo hevkariya geland ewam bike.

Weke KON-MED'ê em bang li gelê xwe yê li Elmanyayê, dostan û her kesên alîgirê nirxên mirovahiyê û dijberê şer dikin ku li dijî van êrîşan serferber bibin."

Li gorî daxuyaniyê çalakiyê ku wê 7'ê Cotmehê saet di 17:00 de pêk werin bi vî rengî ne:

Hannover
Cih: Kröpcke

Berlin
Cih: Alexanderplatz

Bochum
Cih: Hauptbahnhof

Saarbrucken
Cih: Europa Galerie