KON-MED: Em li Berlînê kom bibin û xwedî li Kurdistan û gerîlayan derkevin

KON-MED’ê ji bo meşa di 14’ê Gulanê de wê li Berlînê were kirin bang kir û got “Werin em xwedî li berxwedana gerîlayan û li Kurdistanê derkevin.”

Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) ji bo meşa ku wê li Berlînê were kirin bang kir.

KON-MED’ê di daxuyaniya nivîskî de ev tişt got “Dewleta Tirk a faşîst û mêtinger ji 17’ê Nîsanê de Herêmên Parastinê yên Medyayê di serî de êrişî Kurdistanê dike. Bi van êrişan re artêşa Iraqê jî êrişî Şengalê kir û êrişên li ser Rojava jî didome. Bi van êrişan re hemû destkeftiyên Kurdistanê dibin hedef û tê xwestin ku gelê Kurd were qirkirin. Bi ev êrişên ku bi hevkariya TC û PDK’ê hatine destpêkirin re tê xwestin berxwedana gerîlayan bibe hedef û hemû Kurdistan bêyî parastin were hiştin.

Em KON-MED bang li hemû gelê xwe û dostên xwe yên li Elmanyayê dikin ku di 14’ê Gulanê de li Berlîn-Potsdamer Platzê tevlî meşa saet di 11’an de bibe. Em bang gelê xwe dikin ku bi ruhê seferberiyê tevlî meşa mezin bibin û em xwedî li berxwedana gerîlayan û Kurdistanê derkevin.”