Kongreya 11'emîn a NCDK-Skandînavyayê pêk hat

11'emîn Kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Skandînavyayê bi beşdariya delegeyên ji Swêd, Norwêc, Danîmarka û Fînlandiyayê, li bajarê Orebro hate lidarxistin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Skandînavyayê (NCDK-Skandînavya) kongreya xwe ya 11'emîn li bajarê Orebro yê Swêdê pêk anî.

Ji welatên Skandînavyayê; ji Swêd, Norwêc, Danîmarka, Fînlandiyayê bi dehan delege û mêvan tevlî kongreyê bûn.

Piştî yek deqe bêdengî ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistanê û hilbijartina dîwaneke ji pênc kesan, Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal bi rêya onlîne peyam da beşdarên kongreyê.

Kartal diyar kir ku kongre di pêvajoyeke girîng de tê lidarxistin û got, "Bi taybetî dewleta Tirk a faşîst bi pêşengtiya Erdogan ê hov, ne tenê li welat, li tevayî cîhanê dixwaze Kurdan qir bike. Di serî de girankirina tecrîda li ser Rêber APO vê dijberiya xwe ya li hemberî Kurdan zelaltir kiriye. Tevî êriş û xiyaneta PDK'ê jî nikare encamê bigre. Ev bu 99 sal di plan û stratejiya xwe ya komarê de nikare gele Kurd têk bibe."

Remzî Kartal anî ziman ku rejîma faşîst ketiye nava krîzeke mezin û destnîşan kir ku bi piştgiriya NATO'yê jî nikare encamê bi dest bixe.

Kartal ragihand ku berxwedana heyî ya li hemberî rejîma faşîst tê kirin, berxwedaneke dîrokî ye û wiha dewam kir, "Divê barê vê pêvajoyê tenê ji gerîla re neyê hiştin. Divê her kes bi her awayî tevlî pêvajoyê bibe."

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di dawiya peyama xwe de got, "Divê em bi ruhê berxwedana Zap, Metîna, Avaşîn û tevahiya kurdistanê kar bikin" û serketin ji kongreyê re xwest.

Piştî axaftina Remzî Kartal peyama Seroka Partiya Çep a Swêdê Nuşin Dadgostar jî hate pêşkêşkirin. Her wiha parlamenterê Partiya Çep Daniel Riaza jî li kongreyê axivî û got, "Di vê demê de Ewropa û Swêd di ezmûneke giran re derbas dibin. Rewşeke pir hesas e. Li her çar aliyên Kurdistanê dema ku berjewendiyên wan welatên dagirker dibe rojev, Kurdan ji xwe re dikin qurbanî û ji bo terorîzekirina Kurdan her tiştî dikin. Em weke Partiya Çep ji roja destpêkê ve me got, ku divê dewleta Swêdê ji wan lîstik û şantajên Erdogan re serî netewîne û mafê rewa yê gelê Kurd bibîne."

Di dewama kongreyê de nûnerên Asûrî-Suryanî, nûnerê KNK'ê û her wiha li ser navê Partiya Moderat a Swêd jî peyamên pîrozbahiyê ji kongreyê re hatin pêşkêş,kirin. 

Piştî axaftin û peşkêşkirina peyama mêvanan, rapora salane ya NCDK-S û YJK-S ji beşdaran re hatin xwendin.

Piştî xwendina rapora, gotûbêjên li ser kar hatin.

Herî dawî Nadya Salih û Hemîd Amed ji bo salekê ji Hevserokatiya NCKD-Skandînavya re hatin hilbijartin.