Kongreya Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê hat lidarxistin

Kongreya yekemîn a asayî ya Enstîtuya Kurd a Swîsreyê, îro bi tevlêbûna gelek Kurdistaniyan hat lidarxistin.

Kongreya yekemîn a asayî ya Enstîtuya Kurd a Swîsreyê li Kantona Bernê ya Swîsreyê, li dergeha Elewiyan hat lidarxistin.

Ji çar parçeyên Kurdistanê gelek siyasetvan, akademisyen, nivîskar û nûnêrên partiyên siyasî tev li kongreyê bûn.

Ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi deqeyekê rêz hat girtin û kongreyê destpê kir. Di kongreyê de sirûda neteweyî ya Kurdan, Ey Reqîb hat xwendin.

Piştî ku endamên dîwanê hatin hilbijartin siyasetvanê Kurd Alî Şîmşekê axavtineke kurt kir wiha got: ‘’Vê dema em tê de ne, dagirker çar alî êrîşê destkeftiyên Kurdistanê dikin. Dewleta Tirk dest bi êrîşên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastina Medyayê û Rojava kiriye. Kurd di vê pêvajoyê de divê piştevaniya hev û du bikin. Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin dagirker wê eseh têk biçin.’’

Piştî axavtina Şîmşek, rapora kirinên salekê yên Enstîtuyê hatin xwendin û piştî niqaşên hatin kirin, rêvebirî hat diyarkirin.