Kurdan li Zurîhê bang kir: Em ê berxwedana gerîla li her derê belav bikin
Kurdistaniyan, li ber balyozxaneya dewleta Tirk a li Zurîhê mîtîng li dar xist û peyama ‘’Divê berxwedana gerîla li her derê belav bibe’’ da.
Kurdistaniyan, li ber balyozxaneya dewleta Tirk a li Zurîhê mîtîng li dar xist û peyama ‘’Divê berxwedana gerîla li her derê belav bibe’’ da.
Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn li hemberî êrîşên hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî yên li ser Şengalê bi bertek in. Kurdistaniyên li Zurîhê îro jî li ber balyozxaneya dewleta Tirk a li Zurîhê çalakî li dar xist. Kurdistanî li ser banga Navenda Civaka Kurd (CDK) û Meclîsa Jinan a Berîtan hatin ba hev û li vir mîtîng li dar xistin.
'ÊRÎŞ LI HEMBERÎ TEVAHIYA KURDISTANÊ YE'
Di çalakiyê de Kawa Ûrmiye axaftinek kir. Ûrmiye, bal kişand li ser erîşên hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî yên bi hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk berdewam dike û wiha axivî: ‘’Li kû dibe bila bibe, em ê li dijî van êrîşên pêk tên û deskeftiyên Kurdan dike hedef li ber xwe bidin. Êrîşa li ser Şengalê, êrîşa li ser tevahiya Kurdistanê ye. Me hay ji vê konseptê heye. Em çawa ku berê xwedî li berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê derketibin, em ê cardin lê xwedî derbikevin.’’
‘DIVÊ HER DER BIBE CIHÊ BERXWEDANÊ’
Di çalakiyê de aktîvîstê/a TCŞ’ê axivî û ev tişt got: “Ev şer wek konseptekê ji çiyayên Başûrê Kurdistanê heta bi Şengal, Bakur û Rojava bi hevkariya PDK-Dewleta Tirk tê birêvebirin. PDK’ê bi rêya çapemeniyê piştgiriya xwe ji bo dewleta Iraqê ya êrîşa Şengalê dike bi aşkerahî anî ziman. Dibêjin ji ber ku li Şengalê YBŞ, li çiyayên azad ên Kurdistanê jî HPG heye ev êrîş dibin. Ev şer di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, di şexsê PKK’ê de li dijî hemû gelê Kurd tê kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha dibêje: ‘Şengal bingeha vê tevgerê ye.’ Divê mirov xwedî li vê ferasetê derbikeve. Di serî de bi pêşengiya ciwan û jinan, hemû gelê me yê welatparêz, divê berxwedana gerîla li her derê belav bike. Divê her der bibe cihê berxwedanê.’’