Kurdên li Darmstadt’ê ji bo Şengalê rabûn ser pêyan
Kurdistaniyên ku li navenda bajarê Darmstadtê hatin ba hev, êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.
Kurdistaniyên ku li navenda bajarê Darmstadtê hatin ba hev, êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarê Darmstadt a Elmanya’yê dijîn, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hêzên girêdayî rêveberiya Kazimî ya li ser axa Kurdistanê şermezar kirin.
Navenda Civaka Kurd ya Demokratîk a Darmstadt’ê li Lûîsen platz’ê mîtîngek lidar xist. Di mîtîngê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin.
Çalakvanan bi berzkirina dirûşmeyan êrîşên Erdogan, Kazimî û hevkariya Elmanyayê şermezar kirin.