Kurdistanî û dostên wan li Frankfûrtê ber Balyozxaneya DYE’ê ve meşiyan

Kurdistanî û enternasyonalîstên li Frankfûrtê ber bi Balyozxaneya DYE’yê ve meşiyan, bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li dijî êrîşên dagirkirinê bi dayîna pişta xwe balyozxaneyê protesto kir.

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê yên bi hevkariya PDK’ê bi li dar xistina meşekê heta bi Balyozxaneya DYE’yê protesto kir.

Bi pêşegiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, Kurdistanî û dostên xwe yên li Hauptwache ya Frankfûrtê hatin ba hev, bi dirûşman ber bi Balyozxaneya DYE’yê ve meşiyan. Çalakgeran ne bi tenê bi bêdeng mayîna li dijî êrîşên dewleta Tirk, bi ser de fînanse kirina şerê dewleta Tirk a NATO û Elmanyayê pişta xwe dan balyozxaneyê.

Di meşa di bin ewlehiya polîs a dijwar de hat lidarxistin de, hevkariya PDK’ê hat şermezarkirin û berxwedana gerîla hat silavkirin.