Kurdistaniyan li ber NY’ê berxwedana gerîla silav kir
Kurdistaniyên li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber NY’ê civiyan, berxwedana gerîla silav kir û banga tevlêbûna çalakiya li Zurîhê kir.
Kurdistaniyên li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber NY’ê civiyan, berxwedana gerîla silav kir û banga tevlêbûna çalakiya li Zurîhê kir.
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roja Çarşemê li ber avahiya NY‘ê ya li bajarê Cenevreyê ya Swîsreyê tê lidarxistin dewam dike.
Di çalakiya rûniştinê ya ji 25‘ê Çileya 2021’an de her roja Çarşemê tê lidarxistin berdewam dike. Di çalakiya vê heftiyê de bal kişandin li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bang li Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku di der barê bikaranîna gazên bi jehrî de demildest berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Di çalakiyê de çalakgeran berdilkên spî li xwe kirin û maskeyên gazê dan ber devê xwe û bikaranîna gazên kîmyewî teşhîr kirin. Di şexsê şehîdên Zap û Avaşînê Rêber Andok (Veysel Dîrî), Armanc Kurdo (Baran Doymaz), Botan Amed (Ahmet Yener) û Çiya Garzan (Saît Gencer) ên şehîd bûn de ji bo bibîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê rêz hat girtin.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Erdal Atasoy, bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK‘ê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê û êrîşên hikûmeta Kazimî yên li ser Şengalê bi rojan berdewam in ji hev ne qut in û ev tişt gotin: ‘’Hêzên dagirker û qetilker ên li hember têkoşîna gerîla cardin hêzên hevkar û xiyanetka dan ba xwe û konsepteke êrîşê ya bi giştî xistin dewreyê. Di çarçoveya vê konseptê de cardin sûcan dikin li dijî mirovahiyê, cardin çekên kîmyewî bi kar tînin. Em Kurdistanî li her derê li teşhîr kirina bikaranîna gaza kîmyewî ya hêzên dagirker dewam dikin û di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY), em ê berpirsiyariya saziyên rayedar bînin bîra wan.“