Li Aaraûyê ji bo xwedîderketina li gerîla çalakî hat lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan yên li Aaraû êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û gotin, “Xwedîderketina li berxwedana gerîla tê wateya parastina pêşeroja gelê Kurd û Kurdistanê.”
Kurdistanî û dostên wan yên li Aaraû êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û gotin, “Xwedîderketina li berxwedana gerîla tê wateya parastina pêşeroja gelê Kurd û Kurdistanê.”
Li bajarê Aaraû yê Swîsreyê bi armanca protestokirina êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê ya bi hevkariya PDK’ê û êrîşa hêzên girêdayî hikûmeta Kazimî ya li ser Şengalê û xwedî derketina li gerîlayên HPG’ê çalakiyek hate lidarxistin.
Rêxistinên ciwanên şoreşger ên Swîsreyê û endamên rêxistina ciwanan a Partiya Sosyalîst (SP) JÛSO jî piştgirî dan çalakiya li Bahnhofplatz a Aaraû hat lidarxistin.
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Aaraû Seda Can di çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna di serî de şehîdên Meha Gulanê, cangoriyên azadiyê yên li Zap, Avaşîn û Şengalê şehîd bûne destpê kir de axaftinek kir.
Seda Can da zanîn ku êrîşên bi rojan li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê amadekariya qetlîama tevahî gelê Kurd û dagirkirina Kurdistanê ye û got, “Em dizanin bê ka ew êrişane çi armanc diki. Xwedîderketina li berxwedana gerîla ya îro tê wateya parastina pêşeroja gelê Kurd û Kurdistanê. Heya ku em xwedî li berxwedanê derkevin, hêzên kujer û hevkarên wan wê mehkûmî têkçûnê bin.”
Li ser navê JÛSO'yê aktîvîstê bi navê Davîd axivî û bal kişande ser bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirk ve li Kurdistanê tê karanîn û got ku ew ê li hemberî van sûcên li dijî mirovahiyê û şer li cem gelê Kurd bin.
Firat Azadî yê ji Silêmaniyê ku di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên sala 2014'an de birîndar bibû jî axaftinek kir.
Firat Azadî îşaret bi êrîşên berdewam ên dijminên Kurdan bi taybetî dewleta Tirk kir û got, “Dewleta Tirk dixwaze Kurdistanê dagir bike. Malbata Barzanî jî petrolê difiroşe û pereyê wê dide Tirkiyê. Divê êdî ev îxanet bi dawî bibe. Divê hemû Kurdên li Ewropayê li hemberî êrîşan rabin ser piyan.”
Çalakî piştî xwendina daxuyaniya çapemeniyê ya bi zimanê Elmanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.