Kurdên li Atînayê dijîn li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê meşiyan
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên bi hevkariya PDK’ê li paytexta Yewnanistanê Atînayê bi meşekê hat protestokirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên bi hevkariya PDK’ê li paytexta Yewnanistanê Atînayê bi meşekê hat protestokirin.
Komeleya Çanda Kurdistanê û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Atînayê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên bi hevkariya PDK’ê protesto kirin.
Bi sedan kesên li ber nûnêrtiya Konseya Ewropayê hatin ba hev, piştî çalakiya bêdengiyê ya bi pênc deqeyan ber bi sefaretxaneya dewleta Tirk a li Atînayê ve meşiyan.
Enternasyonalîst jî tevlê meşê bûn, şêniyên bajêr jî piştgiriya meşê kir.
Hin çalakvanan, ji bo balê bikişînin ser êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk, cil û bergên sembolîk li xwe kirin.
Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê û pankartên li ser “Kurdistanê biparêze” nivîsandî û sûretên gerîlayên di êrîşên kîmyewî de şehîd bûne hatin hilgirtin.
Çalakvanan bê navber dirûşmeyên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan” berz kirin.
Di daxuyaniya li ber sefaretxaneya dewleta Tirk hat xwendin de hat diyarkirin ku wê bi êrîşên dagirkeriyê re nekaribin tu encamê bidest bixin û berxwedana gerîlayan hat silavkirin.
Di daxuyaniyê de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî hat şermezarkirin.