Li balafirgeha Heathrowê dagirkerî hate protestokirin

Yekbûyên Boycott Turkiye ên li pêşiya ketina Balafireha Heathrow a Londonê, rêya rêwiya girtin, êrîşa dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Koma bi navê Yekbûyên Boycott Turkiye ên li pêşiya ketina Balafireha Heathrow a Londonê hatin ba hev, dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Di bangên li balafirgehê hatin kirin hate gotin ku dewleta Tirk ‘qirker’, ‘zextker’ û ‘dîktator’ e. Çalakvanan anî ziman ji bo vê divê Tirkiye bê boykotkirin.

Li ser hewldana kesekê ya sembola nîjatperestan bilind kir alozî derket. Polîsan mudaxele kir û girseyê jî bi yek dengî dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimre Faşîzim’ qîr kirin. Piştre çalakvanan li nava balafirgehê meşiyan û dawî li çalakiya xwe anî.