Li Belçîkayê greva giştî jiyan sekinand
Li Belçîkayê çalakiyên sê rojan ên ji aliyê sendîkayên CSC, FGTB û CGSLB’ê ve hatine destpêkirin, roja Çarşemê li gel greva giştî gihîştin asta herî jor.
Li Belçîkayê çalakiyên sê rojan ên ji aliyê sendîkayên CSC, FGTB û CGSLB’ê ve hatine destpêkirin, roja Çarşemê li gel greva giştî gihîştin asta herî jor.
Çalakiyên ku piştî protestoya mezin a 14’ê Cohmehê ya li Brukselê ku di navbera 80 û 140 hezar kesî de beşdar bûn, berdewam dikin, nerazîbûnên li hemberî polîtîkayên koalîsyona Arizonayê ye ku hikûmet wê weke ‘’antî-civakî’’ binav dike.
Daxwazên sendîkayan zelal in: Ji sermayedarên mezin standina bacê, kêmkirina alîkariyên ku ji şîrketên mezin re tên dayîn, kêmkirina karkirina bi şev û bidawîkirina reforma teqawidan. Her wiha tê daxwazkirin ku hemû mize girêdayî prîma ewlehiya civakî be.
HEMÛ SEKTOR DI GEREVÊ DE NE
Çalakiyên ku şeva Duşemê li gel sektora hatûçûyê dest pê kirin, roja Sêşemê sektorên perwerde û weşangeriya raya giştî jî girtin nava xwe. Roja Çarşemê jî di hemû sektorên aboriyê de banga karberdanê hate kirin.
Grevên giştî li seranserê wêlêt bandora xwe nîşan didin:
- 96 keştî li benderan sekinîne: Ajansa Deryageriyê ya Flanders diyar kir ku keştî nikarin werin û derkevin.
- Piraniya veguhastina komî sekiniye: Li Brukselê bes du metro û sê xetên tramwayê dixebitin
- Hema bibêjin trafîka hewayî bi temamî sekiniye: Îro ji Brussels Airportê tu balafir ranabin. 93 balafir hatine balafirgehê û 110 sefer jî hatine betalkirin.
- Li Balafirgeha Charleroiyê jî tu sefer nayên kirin.
- Li girtîgehan rewşeke krîtîk heye:Ji ber zêdebûn û nebûna xizmeta herî kêm rewş weke ‘’xeternak’’ hate pênasekirin. Tu girtîgeh nikarin temînata xizmeta herî kêm bidin.
- Gilêş nayên berhevkirin: Ji ber blokekirina tesîsa jihevcudakirinê ya sereke ya Bruxelles-Propreteyê, tesîs nikare torbeyên şîn û zer ji hev cuda bike.
Sendîka, aciziya xwe ji ber polîtîkayên aborî û civakî yên hikûmetê anîn ziman û protestoyên xwe ji îro pê ve bi dawî dikin. Ev grev, bû heftemîn çalakiya sendîkayan a neteweyî ya li Balafirgeha Zavantemê trafîk daye sekinandin.