Li Berlînê bi hezaran kes li dijî dagirkerî û xiyanetê meşiyan

Li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistanî û dostên wan, li dijî dagirkerî û xiyanetê dest bi meşê kirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê bi pêşengiya KON-MED, YJK-E’yê û Defend Kurdistan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û PDK'ê bi tevlîbûna hezaran meş dest pê kir.

Di meşa ku Kurdistanî û dostên wan ji bajarên cuda yên Elmanyayê amade bûn de, bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Gerîla", "Bijî Berxwedana Zapê" û bi gerandina govendê dest pê kir.

Di meşê de pankartên "Stoppt die chemischen Angriffe in Kurdistan" û pankartên "Kurdistane bipareze/Defend Kurdistan ", "Keine deutche Panzer fur Erdogans Kriege" hatin hilgirtin.

Meşa ku wê heta Brandenburger Tor bidome, wê li wir veguhere mîtîngê.

Hevserokên Fed-Kurd Nîştîman Tarhan û Kerem Gok piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Gulanê axivîn û gotin, "Em meşa xwe diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên berxwedêr dikin. Ji Zapê re sefer wê çêbe, lê wê serkeftin pêk neyê."

Li ser navê NAV-YEK'ê Hacî Çelîk jî got, "Berxwedana zîndana Amedê, dirûşmeyên Seyît Riza û Şêx Seîd dirûşmeyên me ne."

Piştî axaftina Serokê CÎK'ê Hafîz Ahmet Turhallî û daxuyaniya li ser navê Women Defend Rojava, dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.