Li Berlînê çalakiya konvedanê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya 3 rojan a li ber Parlamentoya Federal a Elmanyayê bi dawî bû.
Çalakiya konvedanê ya 3 rojan a li ber Parlamentoya Federal a Elmanyayê bi dawî bû.
Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê, Meclîsa Jinê ya Dest-Dan û Nav-Berlînê bi armanca şermezarkirina êrîşên hikûmeta Kazimî yên li ser Şengalê çalakiya konvedanê ya 3 rojan dabûn destpêkirin, çalakî îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
Çalakiya konvedanê ya li ber Reîchstagê ku li Berlînê rûniştinên Meclîsa Federal lê dihatin lidarxistin, li gorî saeta herêmî di navbera 15.00-18.00 de dewam kir.
Di roja sêyemîn a çalakiya konvedanê de Nûnera Berlînê ya Kongreya Avakirina Dersimê Mehtap Erol axivî û got “Me di salvegera komkujiya Dersimê de kesên hatin qetilkirin bi bîr anî. Îro li Şengalê li dijî Êzidiyan êrîşên qirkirinê hene. Ez ji dewleta Elmanyayê dipirsim; Di sedsala 21’an de jinên Êzidî li Şengalê bûn hedef, jinên Êzidî li bazarên koleyan hatin firotin. Ma hûn ê jî bibin hevparê vî sûcî? Tişta ku li civaka Êzidî hat kirin û ya li ser civaka Elewî hat kirin, ne dûr e."
Piştre li ser navê Sîwana Mekanên Jinên Êzidî (SMJÊ) ku sîwanê Meclîsa Jinên Êzidî ye daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniya SMJÊ de hate destnîşankirin ku êrîşên hikûmeta Kazimî yên li ser Şengalê bi dewleta Tirk re hatiye koordînekirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hejmarek zêde jin beşdarî çalakiya konvedanê bûn. Jinên beşdarî çalakiyê bûn, bertek nîşanî daxuyaniyên Mesrûr Barzaniyê PDK‘î yên têkildarî Şengalê dan.