Li Berlînê qurbaniyên Terteleya Dersimê hatin bibîranîn
Li Berlînê qurbaniyên Terteleya Dersimê hatin bibîranîn.
Li Berlînê qurbaniyên Terteleya Dersimê hatin bibîranîn.
Li paytexta Elmanya Berlînê qurbaniyên Terteleya Dersimê hatin bîranîn. Bîranîn ji aliyê Nav-Berlîn, Meclîsa Jinan Dest-Dan, Kongreya Avakirina Dersimê, Yekîtiya Jinên Feda û Sosyalîst (SKB) li Berlîn Brandenbûrger Torê hate lidarxistin. Di bîranînê de hate diyarkirin ku komkujî di roja me ya îro de jî berdewam dike.
‘LI KURDISTANÊ KOMKUJÎ BERDEWAM DIKIN‘
Piştî rêzgirtinê, bîranîn bi axaftinan dest pê kir. Di bîranînê de ji SKB Berlînê Seher Yeter axivî û got: “Duh li Dersim, Gazî, Sêwas û bajarên din zilm li Elewî, Kurd, jin û ciwanan hat kirin û ev yek îro jî didome."
‘BERÊ LI DERSIMÊ, NIHA JÎ LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ‘
Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz jî axivî û wiha got: “Berî 85 salan li Dersimê komkujî pêk hat. Îro jî komkujî berdewam dike. Li Şengal, Amed, Nisêbîn, Gever, Agirî, Zîlan û Koçgiriyê komkujî pêk hat. Dîsan li girtîgehan komkujî pêk tê, zarok têne tacîz kirin. Hemû tiştên ji derveyî mirovahiyê têne kirin. Ev tenê bi destê Erdogan û dewleta Tirk pêk tên û hevkarên wan hene. Beriya her tiştî DYA, NATO, dewleta Elman, dewletên durû yên YE’yê alîkariya wî dikin. Tiştê ku berê li Dersimê dikirin, îro jî li çiyayên Kurdistanê gaza kîmyewî bikar tînin. Lewma banga min ji hemû Kurdan û mirovahiyê re ye; Di vî şerê qirêj de destê kê hebe divê hemû mirovahî vê bibîne.“
‘ME JI BÎR NEKIRIYE Û EM Ê NEDIN JI BÎR KIRIN‘
Parlamenterê berê yê Parlamentoya Berlînê Hakan Taş jî axivî û got: “85 sal derbas bû; Lê me ji bîr nekir, em ê nedin ji bîr kirin. Ji bo komkujî û jenosîda Dêrsimê neyê jibîrkirin em ê hemû bi hev re li Berlînê, li deverên cuda yên cîhanê, helbet li Kurdistanê û li ku derê komkujî çêbibin em ê dengê xwe xurtir bikin.”
'TERTELEYA DERSIMÊ ROJA REŞ E'
Li ser navê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Xase Bîngoltekîn jî bi Kirmanckî axivî û got: “ Îro 85 sal in Terteliya Dersimê didome. 85 sal berê jin û zarok di şikeftê de jehrî bi ser wan de hatin barandin û hatin qetilkirin. Îro dîsa li Şengal û Kurdistanê me jehrî dikin. Me Dersim tu carî ji bîr nekir. “Her sal îro rojek reş e.“
Nûnera Kongreya Avakirina Dersimê (DÎK) a Berlînê Mehtap Erol jî daxwazên DÎK'ê yên ji bo salvegera Terteleya Dersimê rêz kir û got: “Divê cihê goran bê aşkerakirin û hestiyên qurbaniyan ji xizmên wan re bên vegerandin. Divê gorên Seyîdên Dersimê li axên pîroz ên DErsimê bên barkirin. Divê aqûbeta zarokên ku piştî komkujiya 1938’an ji malbatên wan hatin qutkirin û malbatên wan hatin qetilkirin bê vegotin. Divê lîsteya tam ya kesên dersînorkirî bê aşkerekirin. Divê hemû arşîvên serdemê bên e-aşkerakirin. Doza 38 a Dersimê doza hemû Dersimiyan e. Ev doz pir girîng e ku tenê ji sazî an jî rewşenbîran re were şandin. Divê Dersim xwedî li doza xwe derkeve. Doza Dersim 38’an bêyî ku ji aliyê berjewendiyên siyasî ve bê mexdûrkirin û bê krîmînalîzekirin divê di qada rastiyê de bê meşandin.”