Li Brûkselê Ferzad Kemanger hat bibîranîn
Mamosteyê Kurdî Ferzad Kemanger ê ku di 9’ê Gulana 2010’an de ji aliyê dewleta Îranê ve hat sêdarekirin, li paytexta Belçîka Brûkselê hate bîranîn.
Mamosteyê Kurdî Ferzad Kemanger ê ku di 9’ê Gulana 2010’an de ji aliyê dewleta Îranê ve hat sêdarekirin, li paytexta Belçîka Brûkselê hate bîranîn.
Mamosteyê Kurdî Ferzad Kemanger ê ku di 9’ê Gulana 2010’an de ji aliyê dewleta Îranê ve hat sêdarekirin, li paytexta Belçîka Brûkselê hate bîranîn. Li ser banga Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komolgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), li ber Konsolxaneya Îranê a li Brûkselê çalakiyek hat li darxistin. Çalakiya ku bi boneya salvegera darvekirina Kemanger hat lidarxisitin, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Gelek saziyên civakên sivîlan piştgirî dan çalakiyê.
Di çalakiyê de Hevserokê Federasyona Kurd a Belçîkayê Davûd Keskîn axivî û got: “Kemanger û hevrêyên wî ji kevneşopiya berxwedana zîndana Amedê tên.”
Keskîn anî ziman ku Kemanger hewl da li hemberî pişaftina zarokên Kurdan bibe asteng û diyar kir ku îro xwendevanên wî ji dewleta Îranê hesap dipirsin
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.