Li Darmstadtê ji bo 2 rojnamegerên li Şengalê hatin girtin çalakî hat lidarxistin

Li Darmstadtê ji bo du rojnamevanên Elman ên di 20’ê Nîsanê de li Şengalê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibûn girtin, çalakiyek hate lidarxistin.

Rojnamevanên Elman Marlene Forster û Sloven Matej Kavcic di 20‘ê Nîsanê de dema ji pîrozbahiya Çarşema Sor vedigeriyan ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibûn girtin. Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi armanca berdana herdu rojnamegeran çalakiyek hate lidarxistin.

Endam û rêvebirên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DTKM) jî tev li çalakiyê bûn.

Dayika rojnamevan Marlene Forsterê Lydia Forster da zanîn ku bi şertê axavtina bi Îngilizî bi tenê kariye carekê bi qîza xwe re biaxive. Dayik Forster got ku ew tu wateyê nade girtina qîza xwe û xwest ku qîza wê û hevalê xwe Matej Kavcic bihên berdan.

Li ser navê Partiya Çepgir Jan Schalauske, girtina her du rojnamevanan ji aliyê dewleta Iraqê ve bi tundî şermezar kir û got, eger pêwîst bike ew dikarin şandeyekê bişînin Iraqê.