Li Den Haagê li ser ‘Xweseriya Demokratîk’ semîner hate lidarxistin

Di semînerek ku ji hêla DEM-NED’ê ve li bajarê Den Haag ê Holanda hate organîzekirin de, ji 5 welatan çalakvan hatin cem hev û ezmûnên xwe yên xwerêveberiya demokratîk bi rêya pênc model û stratejiyên cûda parve bikin.

Di semînerek perwerdehiyê de ku bi înîsiyatîfa ADM (Academiya Moderniteya Demokratik) ji hêla komeleya DEM-NED’ê ve di 28’ê Îlona 2025’an de li Den Haagê hate organîzekirin, pênc perspektîfên cûda li ser "Xweseriya Demokratîk" hatin nîqaşkirin. Semîner bi tevlîbûna 30 çalakvanan saet 11:00’ê sibehê dest pê kir û saet 18:00’ê êvarê bi dawî bû.

Pênc mijarên sereke yên ku di semînerê de hatin nîqaşkirin bi vî rengî ne:

Konfederalîzmaya Demokratîk – Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mizgîn Ehmed, bingehên dîrokî û îdeolojîk ên rêveberiya xweser a demokratîk bi rêya ezmûnên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şîrove kir. Behsa bingehên Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo kir û li ser rola komîn, meclîs, akademî û kooperatîfan hate sekinandin.

Avakirina Welatekî Nava Welatekî – Nûnerên "Acteurs et Actrices des Temps Presents" ji Fransa û Belçîkayê stratejiyên xwe ya ‘avakirina welatekî nava welatekî’ şîrove kirin. Hate diyar kirin ku ew ji sala 2012’yan heta niha, bi taybetî li herêmên “Frankofon” yên Ewropa (Fransa û Belçîka), stratejiyekî hevbeş di nav xwe de çêkirin û bi hev re pêk tinin. Manifesto û broşûrekî jî weşandin. Bingehê stratejiyê li ser xizmetkirina gel, têrkirina pêwistiyên civakî bi hêz û îradeya civakî û parastina hawirdor hatine dayîn.

Eniya Neteweyî ya Demokratîk (NDF) – Çalakvana Filîpînî Jun Saturay jî ezmûnên xwe yên berxwedana gelê Filîstînê û avakirina eniyek şoreşgerî parve kir û girêdanên xwe bi têkoşîna Kurdistanê re anî ziman.

Entelektualên Xwezayî ya Kenyayî – Nûnerên civaka sivîl a Kenyayî li ser lêgerîna xwe ya demokrasiya radîkal û rêxistinkirina konfederal a li ser bingeha rizgariya jinan nîqaş kirin. Diyar kirin ku ew îlhamek mezin ji peradîgmaya Modernîteya Demokratîk û perspektîfên Rêber Apo digirin.

Plansaziyên Jiyana Global – Edgar Velasco Tumiña, endamekî gelê Misak li Kolombiyayê, li ser stratejiyên xwerêveberiyê û plansaziya jiyanê yên ku gelê wan ji salên 1980’an vir ve pêşxistiye nîqaş kir.

Beşdaran destnîşan kirin ku semînerê ezmûnên ji erdnîgariyên cûda anî cem hev û di çarçoveya paradîgmaya Modernîteya Demokratîk de ji bo têkoşînê zemînek hevpar pêşkêş kir.